8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê rojnamevan Hakki Boltan ceza kir

Dadgehê bi îdiaya ku “heqaret li serokkomar û serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû kiriye” 2 sal û 17 roj cezayê hepsê li rojnamevan Hakkı Boltan birî.

Danişîna doza Rojnameger Hakkı Boltan li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê pêk hat. Dozger xwest li Boltan ceza bê birîn. Parêzerê Boltan, Resûl Tamûr parastin kir û diyar kir ku wê dema Boltan daxuyanî da Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad bû û got: “Wê demê li ser rojnamevanan zextên giran hebûn. Boltan ji heqaretê wêdetir wezîfeya berpirsiyarên dewletê bi bîra wan xistiye.” Tamûr xwest miwekîlê wî bê beraetkirin.

Heyeta dadgehê jî daxwaza dozger erê kir û daxwaz parêzer red kir. Dadger bi îdiaya “heqaret li serokkomar hatiye kirin” salek û 2 meh û 17 roj û bi îdiaya “heqaret li Serokwezîr kiriye” jî 10 meh cezayê hepsê li Boltan birî.