4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê rojnamegerên girtî bernedan

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku îdianameya 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran qebûl kir, piştî lêkolînkirina dosyayê biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome

Di encama operasyona navend Amedê ya di 8’ê hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 16 rojnameger jê hatibûn girtin. Bi ser girtina rojnamegeran re 10 meh derbas bûn û Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îdianame qebûl kir û biryar da ku danişîna ewil di 11’ê tîrmehê de bê lidarxistin.

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê piştî lêkolînkirina dosyayê, biryar da ku rewşa girtî ya rojnameger Abdurrahman Oncu, Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan û Zeyel Abîdîn Bulut bidome.

Dadgehê, di hinceta biryara xwe de îdia kir ku gumanên xurt ên sûc hene, sûcên ku rojnameger lê tên tawanbarkirin dikevin ber sûcên katalog û di vê rewşê de jî şertê kontrola edlî dê kêm bimîne.