5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê Partiya Çepên Kesk piştî cejnê piştgiriya xwe ragihîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê piştî cejnê  aşkera bikin ku dê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriya kîjan namzetî bikin.

Partiya Çepên Kesk li taxa Bahûş a navçeya Siwêregê ya Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê û namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê jî tev li vekirina buroyê bûn.

Pervîn Bûldan, diyar kir ku vekirina buroyên wan vediguherin mitîngan û ji mitîngên partiyên din xurttir derbas dibe û wiha got: “Vekirina buroyên me ji mitîngên wan girseyîtir in. Ew li eywanên vala diaxivin. Me dît ku namzetê AKP’ê yê rêza yekemîn Wezîrê Dadê çawa ji eywana vala re daixivî. Ev hê lê lê, lo lo maye. Ev destpêk e. Wê ne tenê ji eywanên vala re wê biçin ser sergoyê dîrokê.”

Tercîh şer û aştiyê bê kirin

Bûldan, destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek girîng û dîrokî ne û ev tişt anî ziman: “Wê ev hilbijartin çarenûsa vî welatî biguherîne. Wê hem serokkomar hem jî endamên parlamentoyê bên bijartin. Wê ji bo guhertina welat ray bên mohrkirin. Wê tercîha demokrasiyê bê kirin, wê tercîha destpêkek nû bê kirin. Wê di navbera aştî û şer de û di navbera faşîzm û demokrasiyê de tercîh were kirin. 21 sal in AKP’ê her cure neheqiyê li xelkê kir. Îro girtîgeh bi siyasetmedaran, rojnamevanan, hevşaredaran, akademîsyenan tije kirine. Em ê di 14’ê Gulanê de li hesabên van bipirsin. Li vî welatî têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê heye. Riha di dîroka xwe de mazûvaniya têkoşînek girîng a edaletê kir û dike. Emîne Şenyaşar tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya dinyayê dengê xwe da bihîstin. Em li cem dayika Emîne bûn û em ê her li cem wê bin. Em ê li dijî Wezîrê Dadê, têkoşîna dayika Emîne bijêrin.”

‘Em ê bidin windakirin’

Di berdewama axaftina xwe de Bûldan, bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê li dijî edalet, hiqûq, demokrasî, aştiyê ye û wiha pêde çû: “Di serî de jî dijminatiya gelê kurd dikin. Gelê kurd înkar dikin. Zimanê gelê kurd qedexe dikin. 21 sal in bi heman zîhniyetê dixwazin welat bi rê ve bibin. Niha jî Erdogan di mitîngên xwe de înkar û dijminatiya ziman û dîroka kurdan dike. Dibêje, ‘hûn çiqas kurd bin em jî ewqas tirk in’. Rast e em kurd in. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Em li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur û dinyayê kurd in. Em ê bi we bidin windakirin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi we bidin nîşandan ku kurd çawa bi we didin windakirin.”

‘Gelê me tiştek ji bîr nake’

Bûldan, bal kişand ser dozên kompasê yên girtina HDP’ê û Doza Kobanê û axaftina wiha domand: “Di Doza Kobanê de tevî ku sûcên hevalên me tune ne jî ji wan re cezayên muebedê hat xwestin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê ji we bipirsin. Gelên Tirkiyeyê ji alîgir û şirîkên we mezintir in. Şirîkatiyek wisa kirin bi kujerên salên 90’î ku bi torosên spî mirovan dikuştin re li hev kirin. Lê gelê me ne salên 90’î ne jî kujeran û ne jî pratika AKP’ê ya 21 salan ji bîr dike. Ji ber vê yekê wê tercîha me Partiya Çepên Kesk be.”

Wê Riha dîrok binivisîne

Der barê alternatîfiyê de jî Bûldan,  destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze gelan bêalternatîf bihêle û ev tişt got: “Heke lîstikên we qirêj hebin ên me jî alternatîf û pêngavên me hene. Em ê di hilbijartinê de du rayan mohr bikin. Rayek me ji bo hilbijartina parlamenteriyê em ê bidin Partiya Çepên Kesk. Rayek xwe din jî em ê bidin serokkomariyê. Em ê piştigiriya xwe ya ji bo serokkomariyê piştî cejna Remezanê eşkere bikin. Em ê di mitîngên xwe de viya bêjin. Jixwe hûn viya baş dizanin. Em dixwazin hûn bi biryardarî û îradeya xwe dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ji we li bendê ne ku hûn ji Rihayê 8 parlamenteran bişînin Meclisê. Ji bo ku Riha dîrokek nû binivisîne divê em bi şev û roj bixebitin. Em mal bi mal bigerin. Wê Riha dîrok binivisîne.”

Piştî axaftinan kurdelay buroya hilbijartinê hat birîn û vekirina wê pêk hat.

Bûldan û şandeya li gel wê ji bo beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bibin, derbasî navçeya Cûrneyê Reş a Rihayê bûn.