18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK’ê xwest kurd bi yek lîsteyê tev li hilbijartinên Kerkûkê bibin

YNK’ê ji bo hilbijartinên parlamento û meclisa bajar ên Kerkûkê xwest ku kurd bi lîsteyeke tev li hilbijartinê bibin. YNK’ê, diyar kir ku PDK bersiv nade vê daxwaza wan.

Berpirsyarê Polîbûroya Kerkûkê yê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Rewend Mela Mehmûd, ji bo hilbijartinên parlamento û meclisa bajar ên Kerkûkê daxuyanî da. Rewend Mela Mehmûd, diyar kir ku ew dixwazin kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê û wiha got: “Di rojên pêş de weke YNK’ê em ê bi partiyên siyasî û aliyên kurd re bên ba hev lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo vê yekê heta niha jî tu gav neavêtine.”

Herî dawî jî Rewend ev tişt anî ziman: “Heke hemû kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinan, dê kurd rêjeya dengan a herî bilind bi dest bixin û gelemperiya kursiyan bi dest bixin.”