4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê guherîn bi destê jinan pêk bê

Bi taybetî ji berxwedana jinan a dibin dirûşma “Jin jiyan azadî” textê rejîma Îranê hejand. Jinên ku pêşnegiya azadiya jinan dikin wê bi berxwedana xwe hişmendiya mêrperestî ya HUDA-PAR û AKP’ê têk bibin

Piştî ku li Tirkiyeyê dîroka hilbijartinê hat diyarkirin partiyên siyasî xebatên hilbijartinê dan destpêkirin. Hemû partiyên ku dê bikevin hilbijartinê danezanên xwe yên hilbijartinê aşkera kir.  Di her danezana ku hat ragihandin de hat dîtin ku partiyên siyasî ji bo ji jinan re bibin bersiv û jiyana wan hêsan bikin tu xebatên berfireh dê nedin destpêkirin.

Partiya Çepên Kesk a ku dê ji dêvla Partiya Demokratîk a Gelan ve bikeve hilbijartinê bi her xalên damezana xwe cudahiya xwe ya ji partiyên din da der. Tevî danezana xwe ya berfireh a giştî her wiha damezaneke ji bo jinan jî parve kir.

Dijberiya jinan

Yek ji partiya ku ji bo hilbijartinê damezana xwe ragihand HUDA-PAR e. HUDA-PAR’ê da zanîn ku di vê hilbijartinê de tevî Tifaqa Cumhûr bû û li ser vê yekê hin xalên ji bo civakê sosret parve kirin. Li gor danezana wan dema ew bi ser kevin dê ev pergala serokkomariyê dewam bike û hin mijarên ku bi taybet jinan eleqeder dikin werin guhertin. Mînak heke ew bi ser bikevin dê dibistanên zarokên keç û kur ji hev werin cudakirin. Her wiha di şêwayê xebata jinan de guherînên bingehîn werin kirin. Ji bo jinên ku 25 sal in zewicandîne mûçeyê teqawît were dayîn. Têkiliya ji derveyê zewacê dê weke suc were pênasekirin û li gorî wî tedbîr bên girtin.

Jiyanê li jinan teng dikin

Yek ji xala herî balkêş a danezana HUDA-PAR’ê ew e ku dê ji encamên bûyerên tacîz û tecawizê wêdetir li ser sedemên van bûyeran bên sekinandin. Ev xal dide nîşandin ku ev hişmendiya wan a dijberê jinan dê di her qadên jiyanê de rê li ber jinan bigire. Weke tê zanîn siyasetmedarên AKP’î bi her qanûn û axaftinên xwe mafên jinan dikin hedef. Dê Tifaqa Cumhûr de di bûyereke tacîz an tecawizê de jin sûcdar bê dîtin û bi vî awayê rê li ber zêdebûna bûyerên bi vî rengê bê vekirin.

Li gorî nêrîna wan dema jin bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû bimînin dê dev jiyana xwe ya rojane berdin û vekişin malên xwe. Weke tê zanîn dewleta ku herî zêde nêzî nêrînên AKP û HUDA PAR’ê tê birêvebirin Îran e. Li wir ji derketina derve hata jiyana rojane ya jinan ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin. Lê tecrubeyên ku li Îranê tên jiyandin didin nişandin ku jin çi bijîn jî dê li malên xwe neyên hepskirin û nekevin bin tehakûma mêran.

HUDA-PAR û AKP hewl didin tehakuma mêran a li ser jinan li Tirkiyeyê têxin meriyetê. Dixwazin Tirkiyeyê veguherînin Îranê. Bi taybetî ji berxwedana jinan a dibin dirûşma “Jin jiyan azadî” textê rejîma Îranê hejand. Jinên ku pêşnegiya azadiya jinan dikin wê bi berxwedana xwe hişmendiya mêrperestî ya HUDA-PAR û AKP’ê têk bibin. Ji bo têkbirina ev hişmendiya faşîzan a dijminatiya jinan dike hilbijartina 14’ê Gulanê derfeta herî girîng e. Bi serkeftina Partiya Çep a Kesk û bi taybetî jî serkeftina jinan wê dawî li partiyên mêrperest bînin. Parlamenterên jin ên Partiya Çep a Kesk bi demokratîkkirina Tirkiyeyê re dê civakê azad bikin. Bi demokratîkkirina Tirkiyeyê re dê Îranê jî demokratîk bikin.