spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Diyardeya serkeftina mezin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Nûnertiya jinan li gorî partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, herî zêde di lîsteya Partiya Çepên  Kesk de xuya dike. Hem rengînî û hem jî sîwana berfireh a namzetan diyar dike ku wê Partiya Çepên Kesk serkeftineke mezin bi dest bixe

Gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 14’ê Gulanê de ji bo diyarkirina serokkomarê nû û endamên serdema 28’an a parlementoyê wê dengê xwe bi kar bînin. Berevajiyê yên berê, hilbijartinên vê carê xwedî girîngiyeke cuda ye. Lewma di serî de kurd, alîgirên azadî, aştî û demokrasiyê bi biryar in ku dawî li desthilara faşîst a AKP-MHP’ê bînin. Ji xwe rewşa heyî jî nîşan dide ku ev hêvî û bendewarî wê bi cih were.

Bi vê armancê dê gelek hêz û partî her çendî di warê raman û îdeolojiyê de ji hev cuda bin jî hemfikr in ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi pergaleke nû heye. Di vê çarçoveyê de Tifaqa Ked û Azadiyê weke hêza herî mezin a muxalîf û xwedî hêz derdikeve pêş. Jixwe Partiya Çepên Kesk bi danezaneke ku ji 11 xalan pêk tê destnîşan kiribû ku ew çendî ji vê guhertinê re amade ne. Bi vê perspektîfê di 9’ê nîsanê de lîsteya namzetên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinê kir. Lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk ji gelek milan ve xwedîgirîngiyeke mezin e.

Renginiya lîsteya namzetan

Di lîsteyê de ji kurdan bigirin heta nûnerên neteweyên din ên li Kurdistan û Tirkiyê, ji akademîsyenan bigirin heta rojnamevan û hunermendan hema bêje ji her beşî nûnerên civakê cihê xwe girtiye. Dîsa weke her carê, nûnertiya jinan li gorî partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, herî zêde di lîsteya Partiya Çepên  Kesk de xuya dike. Hem rengînî û hem jî sîwana berfireh a namzetan diyar dike ku wê Partiya Çepên Kesk serkeftineke mezin bi dest bixe.

Di serî de kurd hemû gelên li Tirkiyeyê û partiyên siyasî girîngiyeke mezin didin hilbijartinên 14’ê Gulanê. Wê ev hilbijartin ji gelek milan ve qedera Tirkiyeyê diyar bikin. Gelên ku ev 22 sal in ji ber deshilatdariya faşîst a AKP’ê ji her milî ve mexdûr bûne ya wê dawî li vê desthilatdariya zordest bînin yan jî wê zilma ku li wan tê kirin dewam bike û desthilatdariya AKP’ê hebûna xwe bidomîne. Ji vî aliyî ve aliyên azadî û demokrasiyê girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê. Ji ber ku êdî tehemula gelên li Tirkiyeyê dijîn ji bo vê desthilatdariya zordest nemaye, bi yekgirtin û tifaqeke xurt dixwazin xwe ji vê desthilatdariya ku li welat dawî li edalet, mafên mirovan, azadî û hiqûqê aniye bînin. Ji van milan ve danezana ku ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve hatiye aşkerakirin xwedî girîngiyeke mezin e. Di danezanê de mijarên bingehîn ên ku yekser civakê û çareseriya pirgirêkên bingehîn ên civakê eleqedar dikin hene. Ji van aliyan ve Partiya Çepên Kesk û namzetên wê ji niha ve di nava gel de deng vedaye. Xwedî derketina gel a ji vê partiyê re hêvî û bendewariya wan a ji azadî, demokrasî û edaletê ye.

Reşkûjî li kurdan barandin

Lê, li Tirkiyeyê li dijî lêgerîna edalatê AKP’a ku qaşo navê xwe ji adaletê girtiye herî zêde bû asteng. Desthilatdariya AKP’ê di vê pêvajoya ku li ser hikum bû ji bilî kuştin û malkambaxiyê tiştekî din nekir para gel û civakê. Ma tenê ev? Ne  xêr. Vê desthilatdariya kambax destdirêjiya li jinan û zarokan, kuştinên kiryarên wan nediyar, rewşên awarte, pergalên milîtarîst, dizî, xizanî, girtin û talan di ser welat de anî. Li welat û derveyî welat tecrîd, dagirkerî, reşkujî û çekên kîmyayî bi gel gelê kurd barand. Bi kurt û kurmancî ji şopdar zêdetir, bûn serkêşên siyaseta faşîzan a salên darbeya cûntayê. Dîsa herî zêde gelê kurd para xwe ji van kirinan girt.

Di nava 21 salên derbasbûyî de ji sazî û rêxistinên neteweyî û herêmî bigirin heta tevgerên navneteweyî, li ser bêedalatî û zordestiya AKP’ê gelek rapor bi belge û dane hatin parvekirin. Gelên li Tirkiyeyê bi taybet jî gelê kurd bixwe li Rojava, Başûr, Şengal, Mexmûr, Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi awayekî aşkera bûn şahidên van kiryarên dermirovî.

Têkoşîna demokrasiyê

Êdî dem hatiya ku dawî li van êşan bê û bersûcên van kiryaran bên darizandin. Li Kurdistanê di bin parêzbendiya deshilata AKP-MHP’ê de gelek felaketên mezin anîn serê gel. Hewl dan ku civakê ji nirxên wê yên bingehîn dûr bixin û ya xwe li ser hebûna civakê ferz bikin. Ev yek jî bi destê xiyanetkar, cerdevan û alîgirên xwe kirin. Bi çûyina desthilatdariya AKP-MHP’ê wê dawî li van kiryaran jî bê û ev kesên ku bûne xulamê vê desthilatdariyê jî bên darizandin.

Li dijî vê pergala ku bi her awayî hebûna gelan û îradeya civakê tune dihesibîne bi dirûşma “em li vir in” têkoşîna azadî û demokrasiyê tê mezinkirin. Coşa gel a li qadan û xwedî derketina li namzetên Partiya Çepên Kesk aşkera dike ku wê ev hilbijartin pêşî li gelek guhertininên mezin veke. Ev guhertin wê ne ji bo gelê kurd tenê, ji bo hemû gelên li herêmê bibe destpêka pêvajoyek nû. Bi vê pêvajoyê re wê li Tirkiyê pêşî li azadiyan bê vekirin û sansura li ser hiqûqê jî bê rakirin.

Têkbirin erkeke

Ji van aliyan ve di hilbijartinan de têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê weke erkekê li pêşiya aliyên xwedî wijdan, demokrat û azadîxwaz e. Lewma divê her kes ji aliyê xwe ve ji bo têkbirina vê desthilatdariya faşîst têkoşînê mezin bike. Bi têkoşînekehevpar a yekgirtî ve wê rê li ber azadî û wekheviya gelan vebe û dawî li hemû qirêjiyên vê desthilatdariya ku xwe li ser îradeya gelan ferz dike bê anîn.