17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwazên kurdan û hilbijartin

Seyîthan Akyuz

Tirkiye dê ji bo hilbijartina parlementerî û serokkamariyê, di 14’ê Gulanê de biçe ser sindoqan. Lewre 14’ê Gulanê rojeke girîng û dîrokî ye. Bê guman dibe ku heta niha ji bo gelek hilbijartinan ev gotin hatibe gotin û rast in jî. Lê bi qasî rastiya wan, girîngiya vê hilbijartinê ji ew qasî rast e. Çima? Wekî her kes dizane ev 20 sal zêdetir e Tirkiye ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin. Di nava van 20 salan de civaka Tirkiyeyê bi gelek êş û eleman re rû bi rû ma. Di dîroka Komarê de cara yekemîn e ku civaka Tirkiyeyê ew qasî xizanî û şerpezebûnê dibîne.

Li aliyê din, ligel gelek aloziyan, tu caran saziyên ku dewletê pêk tînin bi qasî îro hilneweşiya bûn. Hema bibêje îro li vî welatî saziyên dewletê bê bandor in û tu hikmê wan tune ye. Bi taybetî ev 7-8 salên dawî ji bo komarê salên bobelatî ne. Saziyên daraz, siyaset, aborî û hwd. di van salan de gotin di cih de be, gihiştin asta îflasê. Ev hemû encamên polîtikayên desthilatdariya AKP’ê yên şaş bûn. Di nava van 20 salan de ji bilî komek mirovên li derdora Erdogan civiyane tu kesan fêde nedît. Ango di encamê de ya ji piraniya civaka Tirkiye re ma; xizanî û zehmetî bû. Bê guman di serdema desthilatdariya AKP’ê de civaka herî zêde êş kişand, wekî her carê dîsa kurd bûn.

Di nava van 20 salan de ligel xizanî, dîsa yên bi hezaran hatin kuştin, girtin û mişextkirin gelê kurd bûn. Gelê kurd zilma herî dijwar ji destê vê deshilatdariyê dît. Ji bo vîn şikestinê hemû rê û rêbaz li ser vî gelî hate bikaranîn. Hemû derfet hatin serferbirkirin. Lê çi kirin encam negirtin û negihiştin armancên xwe. Lewra kurdan tu caran li hember vê zilmê serî netewand û radestî wan nebû. Têkoşîna xwe ya li hember zilmê bênavber domand.

Heke îro ji bo hilweşandina vê desthilatdariyê  hêviyeke mezin bi civaka Tirkiye re çêbûbe, ev bi saya têkoşîna kurdan e. Divê ev heqîqet tu caran neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê, di arefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de yên pêşengtiya hilweşandina vê desthilatdariyê dikin û di vî alî de roleke girîng girtine ser xwe bi hemû saziyên xwe civaka kurd e. Bi gotineke din çarenûsa hilbijartinên 14’yê Gulanê di destê kurdan de ye. Kî daxwazên gelê kurd bibîne û li gorî wan daxwazan tevbigere dê di hilbijartinan de ew bi ser bikevin.

Baş e, daxwazên gelê kurd çi ne? Beriya her tiştî kurd aştî û wekheviyê dixwazin. Mafê xwe yên rewa û gerdûnî dixwazin. Çi ne ev maf? Naskirina nasnameya kurd a makezagonî, bi zimanê zikmakî perwerdehî, mafê rêxistinbûyinê, rakirina qedexeyên li pêşiya çanda kurdî û hwd. Ev daxwazên kurdan, ne daxwazên pirole ne. Wekî mafê her gelan, mafê wan ên xwezayî ne. Lewre gelê kurd îro ji van hemû mafan bêpar e û ji ber vê yekê jî bi xetereya tunebûne re rû bi rû ye. Ango pirsgirêka kurdan a nasname, ziman, xwerêxistinkirin û hwd. heye û daxwaza çareseriya van pirsgirêkan dike.

Kurd weke rêbaz jî diyalog û bi hev re axaftinê esas digirin. Bi gotineke din ji bo çareseriyê riya aştî û demokrasiyê pêşniyar dike. Gelê kurd dê di pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê de wan daxwazan bi dengekî bilind berz bike. Ji bo vê rêxistinbûyin girîng e û riya wê jî di tifaqa navxweyî re derbas dibe. Heke kurd tifaqa navxweyî bi pêş bixin, tu kes nikare pişta wan bigihine erdê. Ango ya polîtikayên dijber vala derdixe, tifaqa navxweyî ye. Di vê çarçoveyê de pêşxistina Tifaqa Kurdistanî girîng bû û divê ev bi hilbijartinan ve sînor nemîne.