17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stenbol di 14’ê Gulanê de dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike

Hevberdevkê HDK’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek diyar kir ku li Stenbolê wê encamên hilbijartinê çarenûsa Tirkiyeyê û Kurdistanê diyar bike û got: “Me di 31’ê Adarê de hejand, em ê di 14’ê Gulanê de bibin serî.”

Partiya Çepên Kesk bi stratejiya avakirina Komara Demokratîk û Rêya Sêyemîn li ser dika siyasetê û hilbijartinê ye. Partiya Çepên Kesk li bajarê Stenbolê ku 10 milyon hilbijêrên wê hene, hedef dike ku 2 milyon deng werbigire. Di hilbijartina 2018’an de HDP’ê li Stenbolê milyonek û 195 hezar deng wergirtibû. Niha Partiya Çepên Kesk dixwaze wê rêjeyê ango wan dengan derxe du qatan. Partiya Çepên kesk ji bo hedefa xwe ya 2 milyon deng pêk bîne, li 39 navçeyên Stenbolê ku dabeşî 3 herêman hatiye kirin, xebatek bênavber didomîne.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Herêma 2’yemîna Stenbolê namzetê parlamenteriyê yê rêza yekemîn ê Partiya Çepên Kesk e. Çîçek li navçeyan bênavber xebata hilbijartinê didomîne û ji hilbijêran re behsa girîngiya hilbijartinê dike ku û dibêje ku ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê ya di sedsala duyemîn de serkeftina partiya wan girîng e.

Çîçek di sala 1978’an de li Dêrsimê tê dinê û li gel malbata xwe di sala 1985’an de neçar dimîne koç bikin. Çîçek dibistana seretayî, navîn û lîseyê wek zarokek kedkar diqedîne û hê di temenê zarokatiya xwe de li metropolek rojavayê Tirkiyeyê ku bi nakokiya çînê re tê nasîn mezin dibe. Hişmendiya wî ya polîtîk jî di wan salên bi bandor de çêdibe. Hem dixebite hem jî dixwîne. Di sala 1997’an de Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê qezenc dike.

Çîçek li zanîngehê di sala 1998’an de doza azadiya kurd nas dike û dest bi têkoşîna siyasî dike. Ew ewilî di nava xebatên Baskên Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) dest bi têkoşîna xwe ya siyasî dike. Piştî zanîngehê kuta dike, bi awayek dilxwaz dest bi parastina mafên mirovan û bi taybet jî dest bi parastina mafên welatiyên kurd dike. Çîçek parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dike û ji ber vê tê girtin û 3 salan di girtîgehê de dimîne.

Piştî ku Çîçek hat berdan serdemek jî wezîfeya Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi rê ve bir. Piştre bû di nava Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de cih girt. Têkoşîna siyasî ya Çîçek ku di 1998’an de dest pê kir, niha bi Hevberdevkiya HDK’ê didomîne. Çîçek zewicandî û bavê du zarokan e.

Çîçek têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ozgur Paksoy re axivî û behsa bandora hilbijartinê Stenbolê kir.

‘Hêrsa gel êdî aşkera ye’

Çîçek anî ziman ku atmosfera xebatên wan hilbijartinê dişibe atmosfera hilbijartina 7’ê Hezîranê û wiha got: “Niha xebatên me bi coşek mezin ku wê coşê dide her kesî re derbas dibe. Em bi pêvajoyek mîna pêvajoya 7’ê Hezîranê re rûbirû mane. Helbet di wê serdemê de di çareserkirina pirgirêka kurd de pêvajoyek asayîbûnê û aram hebû. Em nikarin bêjin ku encamên wê hilbijartinê ji pêvajoya çareseriyê qut e. Niha jî di nava civakê de hêrsek zêde heye. Sedemê hêrs ango nerazîbûna civakê wisa zêde bûye û bingeha wê xwe dispêre polîtîkayên AKP’ê. Êdî civak li rêyek din digere û guhertinê dixwaze. Têkoşîna azadiya gelê kurd a statûyê û gelek pirsgirêkên din di nav hev de ne. Ji bilî rizgariyê tu rêyek me din nîne. Bi pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê re niha heyam ew heyama pêngavê ye. Li qadê hemû çavdêriyên me di vî warî de ne. Êdî civak dixwaze ji îktidara AKP-MHP’ê rizgar bibe.”

‘Encamên hiklbijartina Stenbolê girînge’

Çîçek destnîşan kir ku bal kişand ser encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û dengên bi milyonan mirov ên li Stenbolê û wiha got: “Stenbol hem di hilbijartina xwecihî  de û hem jî di hilbijartina giştî de çarenûsa welat û Kurdistanê diyar dike. Navenda herî grîng a Tirkiyeyê ye. Dema meriv dibêje Stenbol, bajarek kurd, elewî tê bîra mirov. Stenbolê bajarê hemû herêmên Tirkiyeyê ye. Stenbol bajarê kedkar, karker, jin, ciwan û hilberînê ye. Encamên hilbijartinê ku em ê ji Stenbolê bi dest bixin, wê bandorê li ser her deverê bike. Ev ne hesabek matematîkê ye, di heman demê de ev hesabxwestinek siyasî ye, hesabxwestinek civakî , hesabxwstinek ked û azadiyê ye. Hilbijartina li Stenbolê ji bo rizgariya ji AKP-MHP’ê gelek girîng e, gelek bi nirx û jiyanî ye. Divê rayek me jî li Stenbolê neyê şewitandin. Divê hemû welatiyên me rayên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Me îktidarên beriya vê îktidarê jî dîtin. Dibe ku emre vê îktidarê dirêj dom kir lê dawiya hemû îktidarên ku tekperestiyê kirin, dîktatoriyê kirin ser sergoyê dîrokê bû. Hemûyan di nava wî sergoyê de cihê xwe girtin. Lewma me viya bi ser xist, em dema bihûrî de bi ser ketin, me di hilbijartina Stenbolê de vê îktidarê hejand. Me li bajarên mezin wan têk bir. Ev serkeftina gelê kurd, HDP’ê, têkoşîna sosyalist bû. Ev serkeftin serkeftina xwe me bi xwe ye. Em neçarin vê serkeftinê di vê hilbijartinê de bêtir bikin. Me di 31’ê Adara 2019’an de hejand û leqand, em ê di hilbijartinên 15’ê Gulanê de hilweşînin. Em neçarin ku bi vê baweriya xwe tevger bikin. Em vê hilbijartinê wek hilbijartina civakî pênase dikin. Di pêvajoya hilbijartinê de tevgeriya girseyan bêtir dibe û eleqeya ji bo polîtîkayê zêdetir dibe.”