spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îlke Işik: Werin em pêşî li bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin

Ji parêzerên Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê Îlke Işik diyar kir ku têkildarî ewlehiya sindoqan fikarên wan hene û wiha bang li parêzeran kir: “Werin em xwe bi rêxistin bikin û pêşî li ber bêhiqûqtiyên di hilbijartinan de bigirin.”

Bi nêzikbûna hilbijartinan re mijara ewlehiya sindoqan jî bêhtir kete rojevê. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da zanîn ku dê di 14’ê gulanê de 60 milyon û 904 hezar û 499 kes bikarin dengê xwe biavêjin. Li derveyî welat jî 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene. Yek ji sedemên ku rê li ber fikarên têkildarî ewlehiya hilbijartinê vedike jî nebûna tecrubeya Serokê YSK’ê Ahmet Yener, Serokwekîl Ekrem Ozubek û 11 endamên din in. Hiqûqnasên li Enqereyê ji bo ewlehiya hilbijartin û sindoqan di bin navê “Ji bo her sindoqekê hiqûqnasek” dest bi xebatan kirin.

Ji parêzerên Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê Îlke Işik têkildarî berpirsyartiyên hiqûqnasan ên di hilbijartinê de bi nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihanê re axivî.

Di serê her kesî de pirsên ewlehiya hilbijartinan hene

Îlke Işikê diyar kir ku di her hilbijartinê de mijara ewlehiya sindoqan dikeve rojevê û wiha got: “Sedema vê jî şêweyê rêveberiya welat e. Dema em li demên dawî yên îktîdara 22 salan dinêrin, dibînin ku demokrasî tune ye, rejîmeke zextê hatiye avakirin û veguheriye îktîdara yekzilamî. Welêt çawa bi rêve bibin, wisa dikevin hilbijartinan jî. Di serê her kesî de pirsa ‘gelo dê hilbijartin bi ewle be, dê deng bên dizîn?’ heye.”

Bang li parêzeran kir

Işikê got ku ji ber van pirsan, ji bo şopandina dengan û ewlehiya hilbijartinê hewl didin raya giştî agahdar bikin û wiha bi dawî kir: “Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê hiqûqnas, rêxistinên hiqûqê û baroyan. Baroya Enqereyê têkildarî mijarê bi rêxistinên hiqûqê re hevdîtin kir û planek derxist holê. 14’ê gulanê, ji bo pêşeroja welêt pir girîng e û divê em berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Heke em bikaribin ji bo her dibistan û sindoqê parêzerekî bişînin, em ê wê demê encamekî ji hilbijartinê bigirin. Tevahiya parêzaran, Baroya Enqereyê û înîsiyatîfên sivîl dê vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin. Banga me ya ji bo parêzerên li Enqereyê ev e; werin em xwe bi rêxistin bikin, ji bo her sindoqekê parêzerekî peywirdar bikin û pêvajoya hilbijartinê bişopînin. Di halê hazir de me serlêdan wergirtin û parêzeran diyar dikin. Em hewl didin tu deveran vala nehêlin.

Tecrubeya endamên YSK’ê nîn e

Ji endamên lijneya sindoqan heta lijjneyên hilbijartinê yên navçeyan, pirsgirêkên cidî hene. Ji ber ku qanûn guherandin. Kesên bêtecrube dê çawa krîterên bêalîbûnê bi cih bînin? Yên li lijneyên hilbijartinê yên YSK’ê û lijneyên hilbijartinê yên navçeyan peywirdar jî dadger û hakim in. Jixwe têkildarî darazê pir pirsgirêk hene û veguherî mekanîzmayeke wisa ku li gorî fermanên AKP’ê tevdigere. Lewma fikarên me hene. Lê heke em bikarin ewlehiya hilbijartinê li gel hemwelatiyan pêk bînin, wê demê dê bikarin rê li ber nelirêtiyan bigirin. Mafê her welatiyî heye ku li ser sindoqê be, jimartinê bişopîne, girtekên bi îmzeya şil bişopîne. Divê em teqez girtekên hilbijartinê bigirin. Divê em bi hev re vê pêvajoyê bi rêxistin bikin.”