17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Antalyayê: Em ê bi hev re jiyana nû ava bikin

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê Sarûhan Olûç û Canan Çalagan, diyar kirin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê di serî de jin ji bo hemû gelan gelek girîng in û ev peyam dan: “Em ê bi gelê xwe re xwedî li vîna xwe derkevin û jiyana nû ava bikin.”

Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên di 14’ê Gulanê de bên kirin xebatên xwe didomîne. Yek ji bajarên ku Partiya Çepên Kesk lê bi îdia ye Antalyayê namzetê parlamenteriyê yê ji rêza ewil Sarûhan Olûç ji rêza duyemîn jî Canan Çalagan e.

Di hilbijartinên 2018’an de li Antalyayê AKP’ê ji sedî 34 6, CHP’ê ji sedî 29 5, Partiya Îyî ji sedî 17 3 MHP ji sedî 10 yek û HDP’ê jî ji sedî 7 parlamenterek derxist. Di hilbijartinên 14’ê gulanê de tê payîn ku milyonek û 708 hezar û 975 hilbijêr biçin ser sindoqan, ji ber zêdebûna nifûsê hejmara parlamenterên bajêr a 16 bû, derxistin 17’an.

Namzetên Partiya Çepên Kesk Olûç û Çalagan têkildarî xebatên hilbijartinê û armanca partiya xwe axivîn.

‘Pêdivî bi reforman heye’

Olûç, diyar kir ku navçe bi navçe tax bi tax civînên gel li dar dixin û da zanîn ku li Antalyayê potansiyeleke xurt a hilbijêran heye û armanc dikin ku du wekîlan ji Antalyayê derxînin. Olûç, bal kişand ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê welat di her qadê veguherandiye qavilekê û anî ziman ku encama krîzên di qada aborî, ekolojî û civakî de tên jiyîn gel dikişine. Olûç, anî ziman ku wê partiya Çepên Kesk li dijî krîz û xizaniya heyî çareseriyên teqez bibîne û wiha got: “Divê li her derê qadên kar bên vekirin. Bêkarî gelek zêde bûye, newekheviya belavkirina dahatê pir zêde ye. Em ê ewilî vê newekheviyê ji holê rakin. Di qada civakî û aborî de pêdivî bi reforman heye.”

‘Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk’

Olûç, destnîşan kir ku divê tevî qada demokrasiyê di çarçoveya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd de gav bên avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çareserî wê demildest pêk neyê elbet lê divê desthilata nû van gavan bi lez biavêje. Em ê di avêtina van gavan de peywîra sîgorteyî bibînin. Ji bo ku ev yek pêk were tişta ji destê me bê em ê bikin. Di sedsala yekemîn a komarê ya bi feraseta rejîma yekperest tê birêvebirin kêmasiya herî mezin demokrasî ye. Di vê sedsalê de nasname û bawerî tune hatin hesibandin. Di sedsala duyemîn a Komarê de weke Partiya Çepên Kesk armanca me berterefkirina feraseta yekperest e û em ê ji bo nasmayên cuda bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn têbikoşin. Armanca me ew e ku di sedsala duyemîn a komarê de feraseta demokrasiyê ya pir reng ava bikin.”

‘Em ê li sindoqan xwedî derkevin’

Olûç, bi lêv kir ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê vekirinên buroyan weke mitîngê derbas dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî hilbijartina herêmî ya 2019’an bi tayînkirinên qeyûm vîna gel hate xespkirin û gel wê div an hilbijartinan de ji qeyûm hesabê bipirse. Gelê me wê xwedî li vîn û pêşeroja xwe derkeve. Her kes wê mohra xwe di bin dara partiya çepên kesk bide û em li Meclisê komeke bihêz ava bikin. Heke ruhê têkoşîn ê fedakar ê gel nebûya me nedikarî bên van rojan. Zextên hilbijartinê yên dewletê wê heta roja hilbijartinê jî berdewam bikin û her cure dek û dolan bikin. Di vê mijarê de xwedî derketina sindoqan girîng e.”

‘Partiya Çepên Kesk vebiêrke’

Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn a Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Canan Çalagan jî diyar kir ku bi hezaran jin ji bo vê pergalê biguherînin bi biryar in û wiha got: “Ji ber vê yekê ye ku Tifaqa Cûmhûr destkeftiyên jinan ji bo hilbijartinê dike mijara bazarê û hedef digire. Îro li Tirkiyeyê û Kurdistanê têkoşîna azadiya jinê bi awayekî cidî wan di tirsîne. Desthilateke ku hebûna xwe li ser destkeftiyên jinan avakiriye heye. Jin di ferqa vê de ne ji ber wê yekê Partiya Çepên Kesk bi awayekî diyarker li pêş  jinan e. Em bi nûnertiya jinan a herî zêde xwe ji pêvajoya hilbijartinê re amade dikin û partiyeke ku bi awayekî herî xurt xwedî lê derdikevinin.”

‘Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin’

Çalagan, anî ziman ku di desthilata AKP’ê ya 22 salan de ked xwarin derketiye asta herî jor û wiha berdewam kir: “Rejîma KHK’ê perçeyek ji wan bû. Ez jî weke KHK’iyekî kedkareke ku keda wê hatiye xesp kirin im. Piştî 14’ê Gulanê em ê ji pêvajoya demokratîk a nû re bi hev re gavan biavêjin. Em ê mafên kedkarên ku keda wan hatiye xespkirin bigirin. Her çi bibe bila bibe em ê di 14’ê Gulanê de ji bo hemû bindestan vebijêrka jiyana nû derxînin holê. Antalya bajarekî qedîm e. Bajarekî ku lê têkoşîna jinan lê heye û li dijî qirkirina ekolojiyê û qada kedê têkoşîneke cidî heye. Ji bo li bajêr nûnera jinê ya herî xurt hebe em ê têbikoşin, gelê me jî di vî warî de piştgiriyeke cidî dide. Ez bang dikim ku hemû jin, ciwan û kedkar bên bahev û piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin.”