4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê cezayê Seroka TTB’ê Fîncanci erê kir

Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyê ya Herêma Stenbolê 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci erê kir.

2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Adliyê ya Herêma Stenbolê, 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê ku 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” li Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci birîbû erê kir. Daireya Ceza bi hinceta ku dadgeha herêmî di usul û rêbazê de kêmasî nekirine cezayê ku li Fîncanci birîbû erê kir. Daîreya Ceza îtîraza parêzerên Fîncanci jî red kir.

Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci têkildarî operasyona TSK’ê ya li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metina gotinên der barê Çekên Kimyewî de bikar anîbû. Fîncanci ji ber van gotinên xwe di 27’ê Cotmeha 2022’an de ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê ve hatibû girtin. Dozgerê Komarê yê Enqereyê jî der barê Fîncanci de ji 1 salek û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê xwestibû. 24’emîn Dadgeha Cezayên Firan a Stenbolê jî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Fîncanci birîbû.