8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Xizmên windayan li Amed, Îzmir, Colemerg û Êlih’ê aqûbeta Serokê Rêxistina HADEP’ê Serdar Taniş, Rêveberê HADEP’ê Ebubekir Deniz û Enter Ozdemîr ê li Çelê hatin windakirin bipirsin.

Rêveberên Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan  ên li Amed, Îzmîr, Colemêr û Êlihê bi boneya “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiyên xwe yên her hefte roja şemiyê pek tînin îro jî berdewam kirin.

Îzmîr

Li Îzmîrê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê daxuyanî dan. ÎHD’ê li pêş Sumerbank a Konakê ya berê daxuyanî da. Çalakgeran di çalakiyê de pankartên “Winda wîcdan in xwedî derkevin” û “Faîl diyar in, winda li ku ne” vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ên li Sîlopiyê li  Fermandariya Cendirmeyan hatin windakirin pirsîn. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend.

Zîlan Gumuş, anî ziman ku wan dest ji lêgerîna windayên xwe bernedaye û em ê tu carî jî dev jê bernedin û wiha got: “Serdar Taniş û hevalên xwe di sala 2000’î de li Silopiyayê ji bo vekirina rêxistina HADEP’ê ya navçeyê dest bi xebatê kirin. Yen dixebitîn rastî gef û zextên giran ên fermandarê alaya cendirmeyan a Şirnexê orgeneral Levent Ersoz û fermandarê qereqola jendermeyan a navçeya Silopiyayê Kaptan Sileman can hatin û gotin “HADEP li herêma min nayê vekirin. Ez ê ti carî destûrê nedim. Tevî hemû zextan jî 3’ê çileya 2001’an rêxistina HADEP’ê ya navçeyê hat vekirin. Serdar Taniş bu serokê navçeyê. Pişt re zext hîn girantir bûn.”

Zilan Gumuş da zanîn ku di 25’ê çileya 2001’an de ji fermandariya cendirmeyan a Silopiyayê bang li Serdar Taniş kirin û xwestin ku were fermandariyê û wiha lê zêde kir: “Serdar Taniş bi Ebubekir Deniz re çu û careke din agahî jê nehat. Fermandariya cendirmeyan a Silopiyayê da zanîn ku 5 roj in wan Taniş û Deniz nedîtine. Ji ber ku zextên gel zêde bûn, walîyê Şirnexê Huseyin Başkaya ragihand ku di 25’ê çile de hatin fermandariyê. Lê piştî nîv saetê man ji wir derketin. Bav Şuayip Taniş daxuyanî da raya giştî û wiha got: “Dema kurê min hewl dida ku rêxistina navçeyê veke, Levent Ersoz timî gef li me xwar. Fermandariya cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz got “Kurê we bila dev ji vî karî berde.” Wekî din wê ne xêra te be.” Kurê min dema ji bo xebatên partîyê çûbû Amedê, Levent Ersoz  telefonî min kir û got; “Eger kurê te Serdar lingê xwe bavê ser axa Şirnexê ez nahêlim bijî. Dema kurê min ji Amedê hat gazî qereqola jendermeyan kirin. Çû û nema vegerî ya.”

Gumuş da zanîn ku ÎHD, rewşenbîr, ji bo aqûbeta Taniş û Deniz lêkolîn bikin ketin nava hewldanan û wiha lê zêde kir: “Lê hemû hewldan bê encam man. Dosya bi dawî bû. Di sala 2015’an de biryara neşopandinê ya  hat dayîn. Îtîraza ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cizîrê ve hat redkirin, malbatan di 17’ê tebaxa 2015’an de serî li dadgeha destûra bingêhîn dan. Di 18’ê tîrmeha 2019’an de bi hinceta wext ser re derbas buye ji bo ve hatiyê redkirin. Lê belê di doza ku di sala 2001’an de ji DMME’ê re hat şandin de, dadgehê destnîşan kir ku berpirsyarê windakirina Taniş û Denîz dewlet û ku ji aliyê

 Amed

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 781’an de dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan dîsa di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan û nivîsa “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hebû rakirin. Xizmên windayan disa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û aqûbeta wan pirsin. Nûnerên rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku her hefte aqûbeta kesên ji ber fikrên xwe hatine windakirin dipirsin û wiha got: “Em îro li vir ji bo aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê Ebubekir Deniz ku di 25’ê çileya 2001’an de hatin windakirin bipirsin kom bûn.

Êlih

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan li Êlihê jî di hefteya 617’an de li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û aqûbetna windayan pirsin. Xizmên windayan li vir ji pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de rêveberên OHD, MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî, Namzetên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdi Oztuzun, rêvberên DEM Partî û DBP’ê di çalakiyê de amade bûn.

Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Deniz pirsin.

Colemêrg

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 107’emîn a çalakiyê de bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin”, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê civîyan. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê beşdar bûn. Beşdaran di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çaprak daxuyaniyê xwend.

Çapraz, anî ziman ku li dijî sûcê windakirina di bin çavan de dê di heqîqet û edaletê de israr bikin û wiha got: “Li dijî kesên di bin çavan de hatin windakirin û bênasname û bêgor hiştine, dewlet berpirsyar e. Bi vî sûcî dixwazin civakê bêhiş bihêlin. Em 107 hefte ne çalakiya bibîrxistin û bibîranînê didomînin. Me vê hefteyê Enter Ozdemîr ê hate xwestin were jibîrkirin û daxwaza malbata wî ya edaletê bi salan e bêbersiv tê hiştin ji bîr nekir û ji bo wî em civîyan.”

Çapraz, çîroka bavê du zarokan Enter Ozdemîr ê 46 salî ku di 5’ê gulana 1994’an de li gundê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hate qetilkirin xwend. Çapraz, xwest ku demildest lêpirsîneke bibandor were destpêkirin, faîl bên derxistin û cezayên hewce bên dayîn. Çapraz, diyar kir ku dê tu car ev ji daxwaza edaletê ya ji bo Enter Ozdemîr bernedin.

Dadgehên herêmî ve lêkolîneke adil  ya berfîreh an jî lêpirsîneke serbixwe nehatiye kirin. Û bi yekdengî Tirkiye mehkum kir.”

Gumuş bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku têkildari biryara windakirina Taniş û Denîz erka xwe pêk bînin û ew ê heta dawî şopdarên aqûbeta Denîz û Taniş bin.