2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê danişîna Ceylan û Alokmen taloq kir

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen li Amedê derketin pêşberî dadger. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê danişîna dozê taloq kir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka Bajar a berê Hulya Alokmen, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin. Hulya Alokmen girtî û Zeyyat Ceylan serbest tên darizandin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Alokmen ku ji dosyayeke din girtî ye û  Ceylan ku serbest tê darizandin tev li danişînê nebûn. Lê parêzerê wan Şeyhmûs Bayhan amade bû.

Li Enqereyê derheqê Ceylan de doz hatibû vekirin. Dosya anîbûn Amedê. Dozger û parêzer Bayhan xwestin ku xwe li benda bicihanîna vê biryarê bigirin. Dadgehê jî daxwaza dozger û parêzer qebûl kir û danişîna dozê taloqî 22’yê sibatê kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê