21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Yalçin girtin

Rojnamevan Celalettîn Yalçin ku hatibû binçavkirin hate girtin

Rojnamevan Celalettîn Yalçin duh li navçeya Esenyurtê di dema kontrola GBT’ê de hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku Yalçin bi îdiaya “biryara qedexeya derketina derve ya di sala 2017’an de binpê kiriye” hate binçavkirin. Yalçin, piştî îfadeya li emniyetê sewqî 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin.

Yalçin, li vir îfade da û îdiaya “biryara qedexeye derketina derve binpê kiriye” red kir. Piştre jî parêzerê Yalçin, Serhat Çakmak parastina miwekîlê xwe kir û got: “Gumana ku miwekîlê min bireve tune ye. Ev doz ji sala 2017’an heta niha didome. Dadgehê kengî xwestibe xwe gihandiye miwekîlê min. Lewma dixwazim were berdan.”

Dadgehê biryara xwe ragihand û bi îdiaya “gumana reva wî heye” biryara girtinê da.