3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê danişîna doza Semra Guzel taloq kir

Danişîna 5'emîn a doza Parlamentera HDP'ê Semra Guzel pêk hat. Dadgehê dîsa biryara berdewama girtina Guzel da û doz taloqî kanûnê kir

Danişîna 5’mîn a doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Guzel ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen tev li danişînê bû. Gelek parêzer û kes beşdarî danişînê bûn. Şahida dozê Songul Bora bi rêya Pergala Deng û Dîmen ji Meletiyê beşdarî danişînê hat kirin. Bora da zanîn ku dema îfade daye leşkeriyê ew di bin zextan de bûye û got: “Min dema îfade da leşkeran, ji min re gotin ‘bêje Semrayê vana kiriye, heke tu vana nebêjî jixwe tu pîrî, tu yê di girtîgehê de bimire.”

Semra Guzel jî parastina xwe kir û got girêdana wê ya bi malbata Volkan re qet qut nebûye. Parêzer Eylem Arzu Kayaoglu ya li Kandirayê li gel Guzel bû û da zanîn Songul Bora dema îfade daye cendirmeyan di bin zextan de bûye û got em wek parêzeran herî zêde bi zextên nehiqûqî rû bi rû dimînin. Dozger da zanîn şertê kontrola edlî têr nake û xwest Guzel girtî bê darizandin.

Guzel li dijî daxwaza dozger axivî û anî ziman ku nehiqûqî ye ku ew ji ber wêneyekî girtî ye.

Piştî parastin û beyanan şandeya dadgehê biryara dewamkirina girtina Guzel da û xwest ewraqên kêm bên temamkirin. Şandeyê danişîna dozê taloqî 11’ê kanûnê kir.

Piştî hinek wêneyên di dosyaya lêgerînê ya sala 2017’an a Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel de serwîsî çapemeniyê hat kirin şûnde hedef hat nîşandan. Piştî destnedayîna Guzel hat rakirin di 3’yê îlona 2022’yan de hat girtin.