3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“îdianameya Doza Kobanê, ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e”

Parlamenter Sirri Sureyya Onder der barê bêhiqûqiyên di Doza Kobanê de wiha got: “Kesên dixwazin AKP’ê bidarizînin îdianamey Doza Kobanê, ji bo darizandinê pêşîdianameyek e.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê û Wekîlê Serokatiya Meclisê Sirri Surreya Onder, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan û ji parêzerên Doza Kobanê Ozgur Faîk Erol têkildarî Doza Kobanê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike li Meclisê bi rojnamevanan re civiyan.

Di civîna agahdarkirinê de nemaze serxwebûna darazê hat axivîn û her wiha di civînê de bal kişandin ser têkiliya eşkere ya dozgerê dosyeya lêpirsînê û darazê ya bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re.

‘Faîl li holê ne lê siyasetmedaran sûcdar dikin’

Ewilî parêzer Nûray Ozdogan û Ozgur Faîk Erol axivîn û destnîşan kirin ku ew di pêvajoyek ku desthilatdarî û siyaset bûne şirîkê hev de derbas dibin û ew ji ber do delîlên di dosyeya dozê de dibêjin doza komployê. Parêzeran diyar kir ku endamek şandeyê ji doza çetebûnê hat darizandin û li ser vê yekê divê hemû endamên şandeya dadgehê ji wezîfeyê vekişin û dosyeyê ji destê wan bê derxistin. Parêzeran anî ziman ku faîl-kujerên welatiyên di çalakiyên ji bo piştevaniya Kobanê de hatin kuştin diyar in û li şûna ev faîl bên darizandin siyasetmedarên kurd, rêveber û siyasetmedarên nava HDP’ê tên darizandin.

‘Di nava desthilatê de şerek navxweyî heye’

Piştî parêzeran, Parlamenter Sirri Surreya Onder jî axivî. Onder destnîşan kir ku leşker û polîs mîna partiyek siyasî tevdigerin û wiha got: “Di nava desthilatdariya heyî de şerek navxweyî yê mezin heye û diqewime. Em ji bûyerê hilebaz ên ew her roj derdixin holê, dibînin. Doza Kobanê ji bo kesên ku dixwazin AKP’ê bidarizînin, pêşîdianameyek e. Ez vê yekê bi hemû bawerî û tecrûbeyên xwe dibêjim. Muxalîf ango siyaseta demokratîk a ku xwest pêvajoya çareseriyê li pêş bixe, bi vê dozê gavên ewil ên tasfiyeyê wan siyasetmedaran avêtin. Xebatên di serdema pêvajoya çareseriyê de wek delîlên sûc krîmînalîze dikin. Heke dadgeh vê yekê guncav bibîne wê hemû wezîr û serokwezîrên wê demê û burokrat jî di nav de wê di vê dozê de wek faîlên esasî bên darizandin.  Çimkî yên hêza raya giştî di destê xwe de digirin ev in. Qanûnek pêvajoya çareseriyê hebû. Rêvebirina wê dernexistibûn lê belê ew qanûn hatibû qebûlkirin û lê belê wê qanûnê îmha kirin. Lê ew hiş û mêjî bi vê îktidarê re nîne ku me ji qada siyasetê îmha û tune bike. Hemû dijminatiya xwe li dijî kurdan dikin. Li Tirkiyeyê dema siyasetê pir zû dibihûre. Em ê vê bibînin. Heke hûn hem îdianameyê û hem jî dozê bi çavên serê xwe bixwînin, hûnê her tiştî têde bibînin.”