3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrîşan banga hevgirtinê kirin

Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ên li Tirkiye û cîhanê kir ku li hember êrîşên dewleta tirk helwestê nîşan bidin

33 partiyên kurdî û erebî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker dijî avahiyên stratejîk ên herêmê daxuyaniyeke hevpar da. Partiyan bang li gelê Sûriyeyê  kir ku li dijî êrîşan hevgirtî bin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî) Nesreddîn Îbrahîm li hola navenda Dîplomasiya Civakî li bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve bi awayekî hovane rastî êrîşan tên. Êrîş bi balafirên bêmirov û biçek tên kirin û sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêveberiyên saziyên sivîl dibin hedef. Dewleta tirk 4`ê Cotmehê jî êrişeke berfireh li dijî herêmê ji seranserê xeta sînor, heta Kobanê û Hesekê da destpêkirin. Her wiha hemû navendên jiyanê mîna stasyonên av, kehrebe û pîşesaziyê kirin hedef.”

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta tirk gelek dever dagir kirin, xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da koçberkirin û niha jî hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî jî hat rexnekirin û wekî hevkariya sûcên li dijî gelê Sûriyeyê hat hesibandin.

Partiyan di daxuyaniya xwe de “dijminahiya dewleta tirk û dûvikên wê ya bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî” şermezar kir.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta tirk pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girê dide. Vê siyaseta dijminahiyê ya Enqerê ji bo herdu gelên Sûriye û Tirkiyeyê bûye bela. Wekî partiyên siyasî me her tim piştgirî daye aştiya navxweyî li Sûriyeyê û welatên cîran.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta tirk ên li dijî herêmê jî hatin şermezarkirin û bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê û hêzên demokratîk ên Tirkiye û cîhanê hate kirin ku vê êrişa li dijî herêmên ewle yên Sûriyeyê şermezar bikin. Partiyan bang li gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir ku li hember vê êrişê hevgirtî bin û derfetê nedin wan kesên dixwazin yekitî û serdestiya Sûriyeyê têk bibin.

Navên partiyên daxuyanî dane wiha ne:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partî Demokrat a Kurdistanê-Sûriye

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Nûkirin a Kurdistanê

Partiya Karker a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Refom –Sûriye

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

Heyet Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê

Partiya Sûraya