spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşxane û sazî bê av, ceyran û xaz hiştin 

Ji ber bombebaranên dewleta tirk li herêma Cizîrê nêzî 2 milyon însan bê av, ceyran û xaz man. Xebatên bi dehan nexweşxane, binkeyên tenduristiyê û saziyên xizmetguzariyê jî hatin asta rawestînê

Artêşa dewleta tirk 3 roj in navend û saziyên xizmetguzariyê ku li gorî peymanên navnetewî jî qedexe bêne hedefgirtin, bombebaran dike. Di êrîşên ku hîn jî didomin de, bi temamî binesazî û pergala xizmetguzariyê hedef tê girtin. Balafirên Tirkiyeyê heta niha bi dehan deverên herêma Cizîrê ku gelek saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê lê hene, nêzî 60 caran bombebaran kirine. Li Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê santralên ceyranê û îstasyonên avê, bîrên neftê bûn hedefa dagirkeran. Di êrîşan de û heta niha 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn.

Zerar û ziyanek pir mezin heye

Ziyana ku di encama bombebaran de derketiye holê hîn ji aliyê saziyên eleqedar ve bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, lê ziyaneke mezin a madî pêk hatiye. Li gelek deverên bajaran, ceyran û av qut bû. Herî dawiyê bi êrîşên li ser santrala ceyranê ya Siwêdika ya li Dêrikê re pergala ceyran û avê têk çû. Xizmetên mecbûrî yên weke tenduristiyê hatin asta rawestînê.

Av û ceyran qut bûn

Siwêdikê stantrala herî mezin a ceyran û xazê ye ku pêdiviya tevahiya herêma Cizîrê pêşwazî dike. Herêma Cizîrê jî herêma herî mezin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ye û nêzî 2 milyon însan dijin. Bi dehan nexweşxane û sedan saziyên xizmetguzariyê kar dimeşînin. Bi bombebarana Siwêdîka re, ceyrana 2 milyon însanan qut bû.

Xizmet li 20 nexweşxaneyan rawestiya

Li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Şedadê 5 nexweşxaneyên navendî, 15 nexweşxaneyên taybet û 35 binkeyên tenduristiyê ku rojane bi sedan însan tên dermankirin hene. Bi bomberanê de ceyrana dihat van nexweşxaneyan û saziyên din ên xizmetguzariyê qut bû. Her çiqasî li van deran jenerator hebin jî, meşandina xizmetê gelekî zehmet bûye.

2 milyon mirov bê av man

Li herêma Cizîrê tevahiya îstasyonên avê bi ceyranê kar dikin. Ceyrana piraniya wan jî, ji santrala Siwêdîkê tê. Lewma li gel bombebaranê û qutbûna ceyranê piraniya îstasyonên avê jî sekinîn. Di rewşa niha de nêzî 2 milyon însan û sedan saziyên xizmetguzariyê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne.

Xaz qut bû

Siwêdikê di heman demê navenda xaza ku ji bo malan, aşxane û saziyan tê belavkirin e. li vê navendê rojane 13 hezar qenîneyên xazê tên derxistin û belavkirin. Lê piştî bombebaranê di warê xazê de jî wê zehmetiyek mezin bê kişandin.