6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê rojnameger Ahmet Kanbal serbest berda

Ji ber nûçeya têkildarî sindoqa di hilbijartina 14’ê Gulanê de winda bûbû, li rojnameger Ahmet Kanbal doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn.

Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal di hilbijartinên 14’ê Gulanê de têkildarî sindoqa hejmar 1363 a li navçeya Artuklu ya Mêrdînê nûçe çêkiribû. Ji ber nûçeya hatiye parvekirin û parvekirinên li ser medyaya dijîtal derheqê rojnameger Kanbal de bi îdiaya “Agahiyên xelet parve dike” doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Kanbal û parêzerê wî Erdal Kuzu di danişînê de amade bûn. Girtekên Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê li dosyayê hatin zêdekirin. Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre li şahidan hate guhdarîkirin.

Serokê sindoqê Îsmaîl Genç diyar kir ku li gel polîsan çûye edliyeyê û li cem wî tu kesekê din nebû û bi tu kesî re muxatab nebûye. Piştre jî weke şahid li berpirsyarê dibistanê Mûstafa Ustundag Benlî hate guhdarîkirin. Benlî, destnîşan kir ku girteka têkildarî sindoqa winda tevî polîsan amade kiriye û got ku serokê sindoqê di saetên dereng de li wan geriyaye û gotiye ku li edliyeyê ye.

Daxwaza têkildarî xala behsa xeberê

Rojnameger Ahmet Kanbal jî got ku îfadeyên şahidan rastiya nûçeyê derxistiye holê û ev tişt anî ziman: “Qanûna Dezenformasyonê ya heyî xaleke ji bo astengkirina rojnamegeriyê, sansûr û otosansurê ye. Weke rojnameger û rêxistinên pîşeyî me got ku îktîdarê ev xale ji bo pêkanîna armancên xwe û astengkirina nûçeyan derxistiye. Ev xal, ji bo bêdengkirina rojnamegeran e. Heke ev xal neyê rakirin dê li welêt bi ser navê rojnamegeriyê tiştekî nehêlin. Lewma dixwazim ku ji bo betalkirina vê xalê di asta dadgehê de hewldan dest pê bikin.”

Dozger jî xwest biryara beraetê were dayîn.

Parêzer kuzu: dozeke absûrd e

Parêzer Erdal Kuzu jî destnîşan kir ku ew tev li nêrîna dozger a têkildarî esasê dibin lê tev li sedema hinceta wê nabin. Kuzu, anî ziman ku miwekîlê wî ew agahî ji bo aştiya cemaweriyê weke nûçe amade kiriye û bi saya vê nûçeyê aqûbeta sindoqê hatiye zanîn. Kuzu, got ku TCK 217 xala sansûrê ye û got: “Ji hêla hiqûqî ve gelek kêmasî tê de hene. Miwekîlê min ji ber ku rojnamegerekî muxalîf e lewma îro li vir tê darizandin. Em bi dozeke absûrd re rû bi rû ne.”

Biryara beraetê hat dayîn

Dadger navbereke kin da danişînê û piştre jî bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne, biryara beraetê da.