27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê û MKG’ê xwest PDK Silêman Ehmed zû berdin

DFG’ê û MKG’ê têkildarî binçavkirina edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmedê ku PDK’ê di 25’ê cotmehê de desteser kir û agahî nadin, daxuyanî dan û xwesin demildest serbest berdin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî rojnamevan Silêman Ehmed ê ku di 25’ê cotmehê de ji aliyê PDK ve hatiya revandin û 50 roj in tu agahî jê nayê girtin li ber avahiya DFG’ê ya Ofîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Rojnamegerên beşdarî daxuyaniyê bûn, pankarta  “Em zilma li ser rojnamegeran şermezar dikin” û “Bila Silêman Ehmed serbest bê berdan” hilgirtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Sazumankara  MKG’ê Roza Metîna, endam û rêverbirên MKG û DFG’ê û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray beşdar bûn. Ewil Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku hempîşeyê wan Sileman Ehmed 50 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye desteserkirin û bi tu awayî agahî jê nagirin. Altan, bang li rayedaran kir û xwest Ehmed demildest serbest berdin.

Piştre Seroka MKG’ê Roza Metîna daxuyanî xwend. Roza Metîna di destpêkê de anî ziman ku nêzîkatiya PDK’ê di 20 salan de kiryarên derbarê azadiya çapemeniyê, ya fikr û raman de tîne bîra mirov û wiha got: “Rojnamevan Silêman Ehmed ji 25’ê Cotmehê ve ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û tu agahî jê naye girtin. Ev 50 roj e ku her roj bang li PDK’ê tê kirin da ku di derbarê aqubeta wî de agahî bide. PDK’e weke ker û koran tevdigere. Nêzîkatiya PDK’ê di desthilata 20 salan de kiryarên derbarê azadiya çapemeniyê, ya fikr û raman de tîne bîra mirov. Li Başurê Kurdistanê desthilatiya PDK’ê ji hêla azadiya fikr û raman ve ji welatên sêyemîn ê cîhanê paşverûtir xuyadike.”

PDK’e û rêveberiyên herêmî kiryarê qirêj dikin

Roza Metîna, bi bîr xist ku ev kiryarên PDK’ê yên derbarê çapemeniyê û zextên li ser rojnamevanan tên kirin ne tişteke ji rêzê ye û ev tişt got: “Ev gotinên me ne angaştên ji rêzê ne. Bingeheke wê ya demdirêj heye. Gelek mînakên sereke ku rêveberiya PDK’ê di qada navneteyîde tengav kiriye hene. Ev yek ji bo me daneyeke esasî ye. Edîtorê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed nêzî 50 rojan e ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin. Ji astengkirina saziyên çapemeniyê bigre, heta qetilkirin û zindanîkirina rojnamevanan PDK û rêveberiya herêmê xwedî kiryarên pir qirêj in”.

Metîna mînakên zextên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan wiha rêz kir:

Di sala 2008’an de li Soranê Mame Heme hat qetilkirin û heta niha kujerên wî nehatine diyarkirin. Soranê Mame Heme her wiha yekem şehîdê çapemeniyê li Başur e.

Rojnamevan Serdeşt Osman jî di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlêrê hatibû revandin. Piştî du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hate dîtin.

Di 13’ê Tebaxa 2016’an de peyamnêrê Rojnews’ê Wedat Hisên ji hêla hêzên girêdayî PDK’ê ve hate qetilkirin. Heft sal di ser de derbas bû, kujerên Wedat ne hatin cezakirin. PDK’e îsal jî nehişt ku malbat û rêhevalên Wedat herin ser gora wî û ew bi bîr bînin.

Di 3’ê Adara 2017’an de ji aliyê peşmergeyên PDK’ê ve li dijî bajaroka Xanesorê êrîş pêk hat. Di vê êrîşa ku 5 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn de rojnamevan Nujiyan Erhan jî birîndar bibû. Piştî 20 rojan jiyana xwe ji dest da.

Herî dawî di 4’ê Cotmeha 2022’yan de rojnamevan û lêkolîner Nagehan Akarsel bi hevkariya PDK’ê ji hêla dewleta Tirk ve hat qetilkirin.”

Îşkence, girtin û sirgun kirin

Metîna bal kişand ser tundya rojnamegeran ku ji desthitan ve rastî astengiyan tên û ev tişt anîn ziman: “Li başûrê Kurdistanê ji xeynî van buyeran astengkirina li dijî rojnamevanan gelek pêk hatin. Rojnamevan li herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ne nikarin bi awayeke azad xebatên xwe bimeşînin. Di sala 2020-2021’an de dema çalakiyên gel yên li dijî gendelî û qeyrana aborî rû dan, di protestoyan de gelek rojnamevan jî hatin îşkencekirin, girtin û sirgun kirin.”

Binpêkirina mafan gelek pêk tê

Metîna, destnîşan kir ku pargala Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê li dijî rojnamegeran bi tund tevdigere û wiha berdewam kir: “Li gorî rapora Yekîtiya Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan, di sala 2020’an de li hember 365 rojnamevan û 47 saziyên medyayê 138 car binpêkirinên mafan pêk hatiye. Li gorî rapora Komeleya Parastina Mafên Rojnamevanan – METRO Center jî, di sala 2022’an de li Kurdistana Federal li dijî 301 rojnamevanan 431 pinpêkirinên mafan pêk hatiye. Rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de 195 car hatine asteng kirin. Amûrên 68 rojnamevanan hatine desteserkirin.”

Nêzîkatiya PDK’ê

Metîna herî dawî bang li rayedaran kir û wiha got: “Ev buyerên me jimartin derbarê nêzikatiya PDK’ê û rêveberiya Başûr de fikrekî dide avakirin. Niha tevahiya Kurd û dostên wan, rojnamevanên azad û ragihandina navnetewî, dixwazin ku agahî ji Silêman Ehmed bigrin. Em careke din bînin ziman; em daxwaza rojnamevan Silêman Ehmed dikin, em dixwazin aqubeta wî hîn bibin û rojek beriya rojek bê berdan. Her wiha banga me ji bo tevahiya sazî û dezgeyên rojnamevanî û tevahiya raya giştî a demokratîke, ku ji bo aqubeta Silêman Ehmed dengê xwe bilind bikin û vê neheqiyê qebûl nekin.”