10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cendirmeyan 19 karkerên Ozak Tekstîlê binçavkirin

Cendirmeyan êrîşî karkerên Ozak Tesktîlê yên li dijî zext, mobîng û ji kar avêtinan ev 17 roj in têdikoşin dikin û 18 karker û nûnerekî sendîkayê binçav kirin.  

Çalakiya dest ji berdana kar a karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê ku li dijî mobbîng, gef û avêtina ji kar hatiye destpêkirin, di roja 17’an de berdewam dike. Karkeran îro di saetên serê sibê de xwestin bên pêşiya kargehê. Lê belê kolana ku kargeh lê ye ji hêla cendirmeyan ve hate girtin û destûr nehat dayîn ku karker derbas bibin. Karker bendemayîna xwe ya li pêşiya barîkatên ku li ber 1’emîn Herêma Senayiya Organîzeyê hatine danîn, didomînin. Parlamenterê Partiya Kedê yê Stenbolê Îskender Bayhan û Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca jî pişgtgirî dan çalakiya karkeran. Cendirmeyan biryara walîtiyê hincet nîşan dan û bi TOMA, ava şid, cop, mertal û gaza îsotê êrişî çalakgeran kirin. Di encama êrişê de 18 karker û nûnerekî BÎRTEK-SEN’ê hatin binçavkirin.

Tevî parlamenter û xebatkarên çapemeniyê, gelek kes ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin.

Karkerên gelek caran dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin, çalakiya xwe ya li pêşiya OSB’ê didomînin.