7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadweriya Îranê welatiyê ingilîzî-îranî Elî Riza Ekberî bidar vekir

Îro dezgeha dadweriya Îranê bidarvekirina welatiyê Brîtanî-Îranî, Elî Riza Ekberî ragihand, di heman demê de ajansa Associated Press jî ragihand, ku rapor diyar dikin ku bidarvekirina Ekberî berî çend rojan pêk hatiye

Serokwezîrê Îngilîstanê Rişî Sunak mixabîniya xwe ya giran li hember bidarvekirina Elî Ekberî yê hemwelatiyê îranî-brîtanî ji alî rejîma Îranê ve nîşan da û bidarvekirina wî wekî “kiryareke hovane û terorîstî ya rejîmeke barbar” binav kir.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly teqez kir ku bidarvekirina Elî Riza Ekberî li Îranê ji hemû aliyan ve cihê mixabînî û şermezarkirinê ye.

Beriya niha DYA û Ingilistanê bang li rayedarên Îranê kiribûn ku cezayê darvekirinê li dijî welatiyê îranî-brîtanî bi tawana sîxuriyê pêk neyne.

Malpera “Mizan Online” a ser bi Dezgeha Dadweriya Îranê ve, îro ragihand ku Elî Riza Ekberî bi tawana gendeliya li ser rûyê erdê, bi sedema ku ziyan gihandiye ewlehiya navxwe û derve ya welat bi şandina zanyariyên îstixbaratî bo Ingilîstanê, bi cezayê bidarvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Elî Riza Ekberî  alîkarê berê yê wezîrê Parastinê yê Îranê bû û ew bi tewana “casûsiyê” dihate darizandin.