19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wezareta Dadê sûc dike’

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku Wezareta Dadê ya ji serlêdana wan a hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bêdeng dimîne her kêliyê sûc dike û wiha got: “Divê tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye demildest bê bidawîkirin.”

Li dijî rewşa agahî negirtina ji Îmraliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr ji bo biçin Girava Îmraliyê di 30’ê mijdara 2022’yan de serî li wezaretê dabû.

 Serlêdan bê bersiv dimînin

Lê Wezareta Dadê weke ku serlêdana hevdîtinê ya malbat û parêzeran nebersivand hêj serlêdanên KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê kirî jî ne bersivandine. Yek ji parlamentera ji bo bi Rêberê PKK’ê re hevdîtinê bike serlêdan kir parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Wezareta Dadê demekî dirêj e bêdeng e û hemû serlêdanên hatine kirin bêbersiv hiştine. Koçyîgît, anî ziman ku Wezareta EdaletÊ bersiv nedaye pirsên li ser tecrîda li Îmraliyê, bangên li Nobeta Edaletê bêbersiv hiştiye û wiha got: “Ne tenê ji me re ji hemû serlêdanên hatine kirin re bersivê nade. Sedemê vê bêdengiyê ji serî ve bêhiqûqî ye.”

Palpişteke hiqûqî nîne

Koçyîgît, destnîşan kir ku tu palpiştên hiqûqî yên pergala tecrîda Îmraliyê nînin û wiha got: “Ji ber tu palpişta qanînûnî nîne Wezareta Dadê hewl dide pêvajoyê bi bêdengiyê derbas bike. Ji ber ku tiştekî ku bibêjin nîne. Ji ber ku dizanin pozîsyona wan bêhiqûqî ye bersivê nadin. Yekane berpirsê vê bêhiqûqiyê Wezareta Dadê ye. Girtîgeha Îmraliyê girêdayî Wezareta Dadê ye, elbet divê pirsên me bersivîne û bi awayekî bilez rayagiştî agahdar bike. Ji bilî van hêviya me ya bingehîn ew e ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em weke parlamenterên ku serlêdan kirin dixwazin bi awayekî bilez malbat û parêzerên wî biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re rûbirû hevdîtinê bikin.”

Daxwaz nayên bicihkirin

Koçyîgît, bi lêv kir ku daxwazên serlêdanê bi cih nayên anîn û wiha berdewam kir: “Diyar e ku ev nayê berdewam kirin. Wezareta Dadê dikare çiqas bi vê bêhiqûqiyê berdewam bike. Ev girêdayî berteka rayagiştî ya demokratîk a nava Tirkiyeyê de ye. Di encamê de heke li dijî bêhiqûqiyekê neyê derketin, ev yek normal dibe. Heke em nexwazin ev bêhiqûqî normal bibe û belav bibe divê li dijî van bêhiqûyan were derketin. Di serê van bêhiqûqiyan jî tecrîd tê. Tecrîda ku sûcekî mirovahiyê ye, divê demildest were bidawîkirin û divê weke hemû girtiyan mafê wan yê hevdîtinê were bicihanîn.”

Fikar zêde dibin

Koçyîgît, a da zanîn ku ji ber 22 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin, fikarin têkildarî şertên ewlehiyê û tenduristiyê zêde bûne, anî ziman ku Wezareta Dadê gavên ku van fikaran ji holê rakin naavêje û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wezareta Dadê her roj her kêliyê sûc dike. Her roja ku bersivê nede me û tecrîdê bidomîne sûc dike. Her roj qanûnan binpêdike û ev yek bi awayekî asayî ji aliyê wezareteke girêdayî Makeqanûnê tê kirin. Divê em bînin ziman ku ev rewş nayê qebîlkirin. Helwesta Wezareta Dadê ji helwesta hukumeta AKP’ê û MHP’ê ne serbixwe ye. Di vî warî de em dibînin ku lihevkirinek heye. Helwesta vê hikumetê ne tenê helwesta Wezareta Dadê ye.”

Hêjayî gotinê ye Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin,  ji 25’ê adara 2021’an vir ve agahî nayên girtin. Piştî serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya 20-29’ê îlona 2022’yan a Girava Îmraliyê fikarên ku bi serlêdanên bêbersiv ên malbat û parêzeran dest pê kirî kûrtir bûn.