19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dag û Er 42 rojin di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li dijî binpêkirinên mafan dane destpêkirin di roja 42’yemîn de didome

Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê heta niha bi binpêkirina mafên wan timî di rojevê de ne. Dag û Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yektîpî di 18’ê gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 42’yan de didome.

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha herdu girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.

Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.