18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: Artêşa tirk bi çekên qedexekirî êrîş kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa tirk 4 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên li Sîdayê. HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk 12 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 256 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa tirk daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 27’ê Hezîranê saet di 12:00 de bi çekên giran derb li leşkerên tirk li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê hate xistin.

Êrîşên bi bombeyên qedexekirî

“25’ê Hezîranê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.”

Êrîşên artêşa tirk

Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam dike û van agahiyan par vedike:

“24, 25 û 27’ê Hezîranê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê 6 caran, li Metînayê qada berxwedanê ya Girê Hakkarî 2 caran, li Xakurkê qadên Girê Berbizina û Goşînê 2 caran, li Garê qadên Gundê Çemrobotkî û Xêrê 2 caran bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27’ê Hezîranê qadên Kolît û Şêxzade yên Xakurkê 4 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

24, 25, 26 û 27’ê Hezîranê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê Amediyê, li Metînayê qadên berxwedanê yên Serê Metîna, Golka, Gundê Şêlazê û Girê Hakkarî, li Xakurkê qadên Geliyê Lolanê, Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamûran û Kolîtê 256 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa tirk 25 û 27’ê Hezîranê êriş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne.”