17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dahata ‘Rengên Mezopotamyayê’ ji bo malbata Garîbe Gezerê ye

Hunermed Asli Filiz, pêşangeha xwe ya bi navê ‘Rengên Mezopotamyayê’ li bajarê bakurê Almanyayê Hamburgê li Kulturhof a Itzehoeyê vekir. Pêşangeh wê heta 1’ê nîsanê vekirî be.

Asli Filiz li Akademiya Hunerên Bedew perwerdeya xwe dewam dike. Di pêşangehê de berhemên bi navê Motîfa merşê Destê wê li ser navtengê; Gilgamiş, 4 Jin 4 Ax, Mûsa Anter, Zerdeştîtî, Şamanîzm, Keçên wenda yên Dêrsimê, Berxwedana Garibe Gezerê û hin berhemên din di pêşangehê de cihê xwe digirin.

Di axaftina vekirina pêşangehê de Asli Filiz got, “Ez bi giştî li ser dîroka Mezopotamyayê û bi taybetî jî li ser dîroka kurdan û mîtolojiya wan dixebitîm.”

Asli Filiz malavahiya her kesî kir ku di pêşangehê de xwedî ked in û wiha got: “Dahata ji berhema Berxwedana Garîbe Gezer bê, ez dixwazim bidim malbata Garîbe Gezer.”

Di vekirina pêşangehê de soprano Leman Stehn bi gîtarê, dengbej Hozan Benav li ber tembûrê stranên berxwedanê gotin.

Pêşangeh wê 3 mehan dewam bike û bi kuratoriya hunermend û perwerdekar Leman Stehn wê atolyeyên transkulturel, konser, xwendina kîtêban, şano, film/panel werin organîzekirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka