3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstika Mem û Zînê tê Amedê

Lîstika Şermola Performansê ya bi navê ‘Mem û Zîn’ê ku Mîrza Metîn derhêneriya wê kiriye vê hefteyê li Amedê dê were lîstin.

Lîstik rojên 28 û 29’ê mehê wê li Şanoya Bajêr a Amedê derkeve pêşberî temaşevanan.

Mem û Zîna li ser çavkaniya kilama Dengbêj Reso hatiye amadekirin. Tê zanîn ku dengbêj Reso kilama Mem û Zînê bi dengbêjî vegotiye.

Lîstika Mem û Zînê xwe dispêre vê pirsê:”Kilamek, stranek, çîrokek ango destaneke gelêrî, bêyî ku wekî teksteke şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bi rengekî nûjen bê sehnekirin? Bi vê pirsê lîstik hewl dide ku li ser dîwana şanoyê derhişa destanê derxe holê û vebêjeyeke rîtuelî pêk bîne.”

Ev lîstika “Mem û Zîn” par di meha mijdarê de yekem car li Êlihê derket ser dikê û dûre hat Amedê. Niha carek din li Amedê ye.