26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reşîdê Kurd: Paşê bila mirin were

Di dîrokê de gel û neteweyên bindest her tim bi zordarî, tunekirin, pişaftin û gelek rê û rêbazên cuda yên hêz û desthilatan ve rûbirû mane. Di rewşên wiha de rista rewşenbîran diyarker e. Gel û neteweyên bindest ên di bin nîrê dewlet û desthilatan de heke ne xwedî pêşeng, rêber û rewşenbîran bin bi çarenûseke xirab re rûbirû dimînin.  Dema em li dîroka gelê kurd dinêrin jî em vê yekê dibînin. Bi hezaran sal in ku her tim desthilatdaran xwestine gelê kurd tune bikin. Ji bo wê jî polîtîkayên taybet  bi pêş xistin e. Lê li pêşberî van hewldanan rêber û pêşengê gel rêyeke rizgariyê peyda kirin e. Bi taybetî jî rewşenbîrên kurd li dijî pişaftinê kedeke bi qîmet dane. Ev yek ji dîrokê heta roja me ya îro wiha hatiye. Bi sedan rewşenbîrên kurd ji bo civaka xwe ked dane û xebat meşandine. Ji xwe rista rewşenbîriyê jî ev e. Ji bo pêşketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî jî gelek ked hatiye dayîn. Dema em li dîrokê dinêrin û vedigerin li roja xwe ya îro dinêrên em baş dibînin ku ji bo zimanê kurdî çiqas ked hatiye dayîn. Gelek navdarên kurd ên ku ji bo zimanê kurdî xebat kirine hene. Yek ji wan jî Reşîdê Kurd e.

Reşîdê Kurd di sala 1910’an de li gundê Rewşatê yê Dêrika Mêrdînê ji dayik dibe. Ew xwendina xwe li Dêrikê û pişt re jî li Konyayê temam dike. Wekî her kurdekî welatperwer ji bo nasname, çand û zimanê xwe dixebite. Lê dewleta tirk gelê kurd wekî netew nabîne û nas nake. Dewlet xebatên ji bo ziman û nasnemeya kurdî jî li hemberî xwe wekî talûke dibûne û di wan salan de jî nijadperstiyeke dijwar dimeşîn e. Reşîdê Kurd di sala 1930’î de xwendina mamostetiyê diqedîn e. Lê ji ber kurdewariya xwe tê zindankirin. Reşîdê Kurd xew ji zindanê rizgar dike û di sala 1940’yî de derbasî Sûriyeyê dibe û piştî demekê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê bi cih dibe. Reşîdê Kurd bi salan ji bo zimanê kurdî xebat meşandiye û ked daye. Ligel xebata rêzimanî ji bo wêjeya kurdî jî ked dide û dibe helbestvanekî kurd. Lê ew bêhtir bi xebatên xwe yên rêzimanî li ser zimanê kurdî tê nasîn. Reşîdê Kurd bi kesayetên wekî Cigerxwîn, Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qedrîcan, Osman Sebrî û hwd. re hevaltiyê dike û li ser ziman û wêjeya kurdî dan û stendinê pêş dixe.

Reşîdê Kurd wekî her kurdewarekî/ê li xwe û nasnameya xwe xwedî derdikeve. Di nav siyasetê de cih digire, zor û zehmetiyan dibîne, zindan û sirgûnkirin dibe para wî jî. Di sala 1949’an de bi nexweşiya kezebê dikeve û nexweşiya wî her ku diçe lê giran dibe. Her tim xwestiye ku li Kurdistaneke azad bijî. Armanca wî rojekê vegere Dêrika Çiyayê Mazî axa ku jê ji dayik bûye. Lê ew mîrateya nexweşiyê rê nade û roj bi roj lê giran dibe.

Reşîdê Kurd beriya ku jiyana xwe ji dest bide dibêje: “Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were” Ev gotinên Reşîdê Kurd ên ji beriya mirina xwe kirine, ne ji rêzê ne. Lewre armanca wî azadiya ziman û gelê kurd bû ligel Kurdistaneke azad. Ji ber wê bû ku digot; ‘pir kar û barên min hene.’ Ev jî dide xuyakirin ku bê çiqasî bi xebatên kurdewarî girêdayî ye. Lê nekarî xaka xwe ya qedîm vegere û di 20’ê çileya sala 1968’an de çû ber dilovaniya Xwedê.

Reşîdê Kurd ji bo rêzimana kurdî gelek xebatan kir, wêjevan û helbestvanekî hêja bû. Di helbestên xwe de, taybetmendiyên dengê bireseran baş li hev aniye û bi hestiyariyeke nû aniye helbesta kurdî. Reşîdê Kurd zêdetir bi pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Ez” tê nasîn. Yek ji helbestên wî ku navê wê li pirtûkê jî hatiye kirin ‘EZ’ e.

EZ

Bextiyarim, bextiyarim

Çunkî ez proleter im

Peyakî bênav û nîşan im

Ji wê ordiya canbêzar im

Di meydan azadî de

Rapêçayî, her li kar im

Heya sax bim ez giranbar im

Ji xweşiya jînê loma

Destşûştî, bêpişk û par im

Serxweş nabim bi şabaşan

Pesinkaran re neyar im

Ser danîn im ji pûta re

Pûtşikênkî çi dijwar im.

Dema mirov li hestên Reşîdê Kurd dinêre yên ku di helbestên xwe de anîne ziman, mirov dibîne ku çiqasî ji hestên her kurdewarekî/ê dibe tercûman. Vegotina hestan nehêsan e. Di dilê her kurdewarekî/ê ev hestên bilind dibe ku hebin lê bi lêvkirina van hestan hunereke mezin dixwaze.