8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê dest bi nobedê kirin

Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ya li Yenîbosnayê hatin cem hev. Malbatên girtiyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgiriya çalakiya înîsiyatîfê kirin.

Endamên Înîsiyatîfê ku diyar dikin her hefte roja pêncşemê bi daxwaza “ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş ATK’ê werin gel hev, xwestin li vir daxuyaniyê bidin. Lê polîsan îdia kir ku biryara qedexeyê ya qeymeqamtiya Bahçelîevlerê heye û çalakiya rûniştinê asteng kirin.

Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Perîhan Akbûlût bertek nîşanî astengkirinê da û diyar kir ku nexweşxane derbarê girtiyan de rapora “nikarin di girtîgehê de bimîne” didin lê ATK berovajiyê wê rapora amade dike. Polîsan ji berteka dayikê re wiha gotin “Derbarê daxuyaniya çapemeniyê de biryara qedexeyê heye. Li vir daxuyaniyê nedin çapemeniyê.” Piştî ku dayikan bertek nîşanî polîsan dan, polîsan dayik bi “kirina propagandayê” sûcdar kirin.

Piştî ku dayikan di çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê de israr kir, polîsan li rojnamevanan dan û ji qadê derxistin. Polîsên ku malbat dorpêç kirin, demekî dirêj ev dorpêç berdewam kirin. Lê malbatan dowizên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” vekirin. Malbat piştî bertekên ku nişandan ji pêşiya ATK’ê bi darê zorê hatin derxistin.

Malbatên girtiyan, bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî derxistina xwe ya bi darê zorê dan.