5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê hemû navên kurdî kirin tirkî

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, bal kişand ser salvegera dagirkirina Efrînê û xwest Tirkiye zû dawî li talan û dagirkirina Efrînê bîne. Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay li ser hedefnîşandana parlamentera HDP’ê Semra Guzel rawestiya û got: Îqtidar di şexsê parlamentera me Semra Guzel de dixwaze partiya me bike hedef û reş bike.

Tirkiye û çeteyên wê sûcê mirovahiyê dikin

Gunay, li ser dagirkirina Efrînê jî axivî û wiha got: “Îro 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ye. Ez cardin vê dagirkirinê û pêkhateyên ku li Efrinê pêktînin şermezar dikim. Efrîn cihê ku kurd, ereb, tirkmen, ermen, asuriyên bi hev re xwe rêvedibirin û bi hevre dijiyan bû, cihekî minak û pir taybet bû beriya ku nehatibû dagirkin. Niha jî bû ye cihê jin û sivîl tên revandin, cihê ku sucê li hemberî mirovahiyê pêktê, cihê ku sucê şer lê têkirin. Sazî û dezgehên sivîl raporên taybet û eşkere weşandin. Tirkiye û di heman demê de çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li Efrînê suçê mirovahiyê tê pêkanîn.”

Divê Tirkiye demildest Efrînê  vala bike

Gunay, bal kişand ser kuştin û revandina sivîlan û wiha bi dawî kir: “Piştê dagirkirina Efrînê 400-500 sivîl hatin kuştin, 400 hezar sivîl hatin koçberkirin. Wekî ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê kurdî li hemberî nirxên gelê kurd dijmatiyek tê meşandin, li Efrînê jî heman tişt pêkhat. Li Efrînê qad û cihên ku navê wan kurdî bû, wana bi tevahî kirin tirkî. Li ser zimanê Kurdî zext û zordariyê wan berdewam dike. Bi şiklekî politikayên asîmilasyonê li Efrînê berdewam dike. Ne em ne jî gelê Efrînê vê yekê qebûl nake. Bila demildest Tirkiye cihê ku dagirkiriye vala bike û rêveberiya wan deran bibe gelê Efrinê û gelên wî derê. Bila ew xwe bi rêve bibin.”