8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ ji hêla Tirkiye û Sûriyeyê ve tê parastin

Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî got ku dewleta tirk û rejîma Şamê ji bo têkbirina operasyona HSD’ê ya li Dêrazorê tevgeriyan û anî ziman ku rejîma Şam û Enqereyê DAIŞ’ê diparêzin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 27’ê tebaxê de li ser daxwaza eşîr û xelkên ku li Dêrazorê dijîn, li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kir. Di vê operasyonê de gelek eşîrên ereban jî hevkariya şervanên HSD’ê kirin. Dema ku HSD’ê dest bi operasyonê kir dewleta tirk ket nav hewldanan ku vê operasyonê bi awayekî tund bide sekinandin. Lê tevî vê yekê jî operasyon bi serkeftî bi dawî bû û di operasyonê de gelek çete ji aliyê HSD’ê ve hatin girtin. Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî ku li herêmê mijarê ji nêz ve dişopîne, der barê operasyonê de axivî û nirxandin kirin.

Dilyar Cizîrî diyar kir ku şêniyên Dêrazorê û şêxeşîr li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek hevpar dan destpêkirin û wiha got: “Komek endamên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi serkêşiya kesê bi navê  Ehmed Xibêl (Ebû Xewla) ku serokatiya Meclîsê dikir, yasayên herêmê bin pê dikirin. Van kesan destdirêjiyê li dijî mal û milkên welatiyên Dêrazorê dikirin. Di heman demê de destê xwe diavêtin nirxên civakê. Pêre jî qaçaxçî û bazirganiya madeyên hişbirê jî dikir. Bi hêzên hikûmeta Şamê û komên girêdayî wan hişbirê derbasî herêmê dikirin. Ev jî di bin sîwana nasname û rewabûna nasnameya xwe ya leşkerî de pêk dianîn. Şêxeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji van kesan gelek bi gazinc bûn. Herî dawî ji Fermandariya HSD’ê xwestin li dijî wan helwest nîşan bidin û destê xwe ji ser wan rakin. Bi vê daxwazê re hêzên HSD’ê ketin tevgerê û kesê bi navê Ebû Xewla û koma girêdayî wî girtin. Di vir de hikûmeta Şamê, dewlet tirk, komên girêdayî Îran û heta destê Rûsya jî di planê de hebû.  Wisa xuya dikir plan di çarçoveya planên civînên Astanayê de hemû xalên wê li ser dijberiya Rêveberiya Xweser pêk dihat.”

Piştgiriya şêxeşîran ji bo HSD’ê

Cizîrî da zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê hewl didin careke din vê hovîtiya xwe dubare bikin. Cizîrî bi lêv kir ku dewleta tirk û hikûmeta Şamê ji bo bêaramiya herêmê di nava tevgerê de ne û ev tişt got: “Ebû Xewla yê bazirganê madeyên hişbirê dikir di nava lîstikên qirêj debû. Yên berê bi navê DAIŞ’ê êrîş pêk dianîn kirin endamên eşîrên herêmê. Çekdar û milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê jî ji rojavayê çemê Firatê xistin dewrê. Piştî xistina dewrê di çend gundan de tevlihevî derxistin. Xwestin wiha mijarê wekî şerê kurd û ereban nîşan bidin. Armanc ew bû ku bi vî şerê heyî hemû herêmên Rêveberiya Xweser tevlihev bikin. Lê hejmarek mezin ji şêxeşîran piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re nîşan dan. Şervanên HSD’ê yên ji eşîran li dijî planên şer kirin û di nava 13 rojan de herêm bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Em dikarin bibêjin bêguman aramî di herêmê de serwer e. Çeteyên DAIŞ’ê yên berê êrîş li dijî şervanên HSD’ê û sivîlên herêmê pêk dianîn, wê hewl bidin careke din jî aramiya herêmê bin pê bikin. Lê vê carê wê êrîşan bi navê eşîrên herêmê pêk bînin. Di rastiyê de heman çeteyên DAIŞ û Dîfa El-Wetenî ne. Ji ber wê di nerîna min de wê dewleta tirk, hikûmeta Şamê û hêzên din dê ji bo binpêkirina aramiya herêmê di nava tevgerê de bin.”

Naxwaze DAIŞ tune bibe

Di berdewamê de Cizîrî bal kişand ser hovîtiya şaneyên DAIŞ’ê û dewleta tirk ku ji bo berjewendiyê xwe li dijî kurdan şer didin destpêkirin û wiha pêde çû: “Deweleta tirk ji destpêkê ve DAIŞ’ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Dewleta tirk zêdeyî 40 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî derbasî Sûriyeyê kirin. Di heman demê de sînorê xwe ji çeteyan re vekirin. Ez wekî rojnamegerekî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê min gelek emîrên DAIŞ’ê di girtîgehan de dîtin. Hemûyan ev gotinên min piştrast kirin. Ev bi belge ji hemû cîhanê re aşkera bûye. Dewleta tirk û rayedarên wê nema dikarin tu kesî bi angaşt û derewên xwe bixapînin. Niha li dijî operasyonên HSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê derdikevin. Mijara dewleta tirk berjewendî ye. Ew tu carî naxwazin DAIŞ tune bibe, berovajiya wê ew DAIŞ’ê mezin dikin. Ji niha û şûn ve wê hewl bidin çeteyên DAIŞ’ê di bin navê eşîran de xweşik bikin. Ne tenê DAIŞ’ê çeteyên El-Nusra jî anîn Minbicê û li wir bi dijwarî êrîş pêk anîn. Li Til Temir û Zirganê jî êrîş kirin. Xwestin operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya HSD’ê asteng bikin. Lê fermandar û şervanên HSD’ê yên ji siyasetên dewleta tirk gelek ezmûn girtine, bi baldarî tevgeriyan û tevbîr girtin. Wiha jî hemû planên wan ên qirêj vala derxistin.”

Dixwazin rewşê xerabtir bikin

Cizîrî bi bîr xist ku çeteyan di demên dawî de belavbûneke mezin dane avakirin û wiha axivî: “Divê di serî de xwendevan rewşa Dêrazorê baş fam bikin. Li Dêrazorê çend eşîrên sereke hene? Rêjîma Baasê bi salan di navbera wan de nakokî û tevlihevî derxistine. Her şêxeşîrek ji malbat û gundê xwe pê ve nikare fermanê bide kesî. Ev nayê wê wateyê ku hinekî qedrê wan di nav civakê de nîne. Belavbûnek mezin di navbera wan de heye. Jixwe çeteyên DAIŞ’ê rola eşîran bi temamî ji herêmê rakirin. Dema HSD’ê û Rêveberiya Xweser herêma Dêrazorê rizgarkirin, careke din rola eşîran û bandora wan di herêmê de vegerand. Bi dehezaran ciwanên wan eşîran tev li HSD’ê û saziyên din ên Rêveberiya Xweser bûn. Ew niha di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê de xwe rêxistin kirine û rêveberiya xwe dikin. Hikûmeta Şamê û dewleta tirk ji vê yekê ne dilxweş in. Dixwazin rewşê vegerînin wekî berê. Vê jî di riya komên girêdayî xwe yên di herêmê de pêk tînin.”

Dersên erebî û tirkî tên dayîn

Ji bo armanca dewleta tirk ku li Efrînê ji bilî dersên kurdî yên erebî û tirkî dide jî Cizîrî ev tşt gotin: “Dewleta tirk û çekdarên wê dema Efrîn dagir kirin peykerê Kawayê Hesinkar anîn xwarê. Dewleta tirk angaşt dike ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeterî li ser sînorê wê heye. Ev angaşt ji rastiyên dûr e. Lê ya rast ew ji destpêkê ve li dijî nasnameya kurdan şer dike. Bi her rê û rêbazî dixwaze kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Em dinêrin bi alîkariya Qeter, Kuweyt û hin komeleyên filîstînî kampan ji malbatên ji derve hatine re çêdikin. Mal û milkên şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî destserkirine û çeteyên xwe li şûna wan bi cih kirine. Ji ber wê jî ne tiştekî ecêbe ku di dibistanan de dersên tirkî û erebî dide. Ew wiha hesab dikin di herêmê de ereb jî hene. Efrîn û herêmên din ên dagirkirine bi ser xwe ve berdin. Çawa Lîwa Îskenderûnê di sala 1939’an de bi ser xwe ve berda. Dixwazin li Efrînê jî heman tiştî pêk bînin. Ev car gelên herêmê ne bê vînin û wê li dijî siyasetên wan tekoşîna xwe hîn mezintir bikin. Berxwedana li Şehbayê jî rastiya heyî nîşan dide.