28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê bi bîra civaka kurd neyê lîstin’

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî biryara der barê Zindana Amedê ku bibe muze de got ku ev girtîgeh her tim li dijî rûmeta mirovahiyê bûye

Hikûmeta AKP-MHP’ê salên borî biryar da ku Girtîgeha Tîpa E ya Hejmara 5 a Amedê  bike muzeya çandî. Di vê girtîgehê de bi sedan kes bi salan bi awayekî giran hatin îşkencekirin. Hewl didin hovîtiya xwe bi gel bidin jibîrkirin. Ji ber vê polîtîkayê, gelek saziyên civakî yên wekî Komeleya 78’an li dijî vê biryara desthilatê derketin. Baroya Amedê û gelek sazî di nava hewldanan de ne ku Girtîgeha Hejmara 5 bibe Muzeya Mafê Mirovan. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren der barê biryarê de axivî. Eren got ku ev girtîgeh her tim li dijî rûmeta mirovahiyê bûye.

Eren da zanîn ku Wezîrê Çandê di daxuyaniyeke xwe de gotiye “Em ê wir bikin qada zankoyê” û wiha axivî: “Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê her tim ji aliyê rayedarên desthilatê ve hatiye gotin ku ew ê bikin muzeya çandê. Di demên nêzîk de Wezîrê Çandê gotibû ‘ew der dê bibe qada zankoyê.’ Girtîgeha ku dibe muze bîranîn û etnografya dê derbixin îhaleyê. Di meha hezîranê de fîrmayeke taybet der barê vê mijarê de peyamek ji raya giştî re ragihand. Bi taybetî jî hovîtiyên ku di salên 1980 û 1984’an de li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê pêk hatin, dixwazin vê hovîtî û wehşetê ji bîra civaka kurd bidin windakirin. Di îşkenceyan de bi dehan mirov hatin qetilkirin. Gelek ji wan jî seqet hatin hiştin. Ev girtîgeh her tim li dijî rûmeta mirovahiyê bûye. Di vê girtîhê de sûc û gelek îşkenceyên giran hatine kirin. Ji ber van bûyeran divê bê parastin û neyê guhertin. Divê herkes ji texma xwe ve bîr û hişmendiya civaka xwe biparêze. Parastina bîra civakê gelek girîng e.”

Ev girtîgeh bûye navenda sûc

Eren bi bîr xist ku ew ji bo der barê avakirina muzeyê de bibin xwedî zanîn ji Wezareta Çandê pirsîne hê jî tu agahî nedane wan û wiha pêde çû: “Em wekî Baroya Amedê bi rêxistinên civaka sivîl re hewl didin ku bi bîra civaka kurd neyê lîstin. Mafên mirovan her tim li vî welatî tê binpêkirin. Ev girtîgeh êdî bûye mîna cihekî navenda sûc. Em ê hewl bidin ku ev dîrok û bîra civakê nedin jibîrkirin û biparêzin. Divê em li ser bixebitin ku ev girtîgeh bibe Muzeya Mafên Mirovan. Me wekî baroya Amedê serî li Wezareta Çendê da. Me pirsa serlêdanên wan ên îhaleyê jî kir. Dê muze bi çi awayî bê avakirin. Ji bo ku em ji avakirinê agahdar bin me daxwazê ji Wezareta Çandê kir. Hê jî tu kesî me agahdar nekiriye.”

Di berdewamê de Eren diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî kiryarên bîra civakê bisekinin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê wekî Baroya Amedê di vê pêvajoyê de fikra guhertina muzeyê di her fersendê de bînin ziman. Di vê pêvajoyê de rêxistinên civaka sivîl û mexdûrên wê demê ku şahidiya kirine em bi wan re dixwazin muzeyeke pêkan a Mafê Mirovan bidin avakirin. Berteka me ne ji bo çêkirina muzeyêye ji bo bêusûliya ku tê kirine. Ev pêvajoya ku diqewime bi kêmasiya beşdarbûnê ye. Mixabin xebatên ku bi vî rengî tên kirin bêtêkiliya desthilatê diqewimin. Ji ber ku bi hev re têkildar nînin her tim pêvajo bêteşekirin dimîne. Em dizanin ev tişta ku tê kirin ne tişteke rast e. Ev tişt rê li ber gelek texrîbatan vedike. Bi rûmeta mirovahiyê re tu eleqeyeke xwe nîne. Li dijî mafê mirovan binpêkirineke mezin e. Em di ferqê de ne ku ev sûc e. Divê ku em di ferqê de bin ev tişta tê kirin em ji bîra xwe nedin windakirin. Ji bo vê ya divê em bi şêwazeke baş bi hev re tevbigerin û li dijî van kiryaran derkevin.”