4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tola nûçeyan ji rojnamegeran hiltînin’

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan li ser sekna dadgehê û neberdana rojnameger Abdurrahman Gok û M. Şah Oruç bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Dewleta AKP’ê dixwaze civakê ji agahiyan bêpar bihêle. Bi girtinê tola nûçeya Kurkut hiltînin.”

DesthiltaAKP-MHP’ê ji bo zext û zordariya li ser civakê bidomîne li aliyekê şer gur dike û li aliyê din jî bi operasyonên qirkirinê rojnameger û siyasetmedaran digire. Rojnameger û Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdûrrahman Gok û nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Oruç di encama operasyona qirkirinasiyasî de hatibûn girtin. Danişîna yekem a rojnameger Gok li Amedê û ya Orûç jî Bedlisê hatin dîtin. Heyetên dadgehan der barê Gok û Orûç de biryara berdewama girtinê da. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, bertek nîşanî neberdana rojnamegeran da. Altan diyar kir ku îktîdar bi girtina rojnamegeran dixwaze civakê bêdeng bike û wiha got: “Hîna jî bi dehan rojnameger girtî ne. Li zindanê ne. Du ji van rojnamegeran hevalên me Gok û Orûç danişîna doza wan hebû. Lê mixabin herdu rojnameger jî nehatin berdan. Dewleta AKP’ê bi girtina rojnamegeran dixwaze qada ragihandinê yekser bêbandor bike. Armanc ew e ku tu kes dengê xwe neke û ew jî hespê xwe li gora dilê xwe bibezînin. Dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin û civakê jî ji agahiyan bêpar bihêlin. Bi vê rêyê polîtîkayên xwe yên qirêj hêsantir têxin meriyetê.”

Hewl didin gendeliyê veşêrin

Altan anî ziman ku şerê ku bi dehan sal in didomînin kurtir dikin û naxwazin dengê gelê kurd bê bihîstin û wiha axivî: “Dixwazin gendelî û nelirêtiyên desthilatdariyê veşêrin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi bêdengiya rojnamegeran heye. Bêdengbûna rojnamegeran bêdengbûna civakê ye. Dema desthilatdar dixwazin li ser civakê hin polîtîkayan bimeşînin destpêkê êrîşê qada ragihandinê dikin. Li welatê me ev rewş bêhtir vekirî tê jiyîn. Her gav em dibêjin desthilatdariya AKP’ê li tevahiya Tirkiyeyê çapemenî û medyayê bêbandor kiriye. Ew kartelên çapemeniyên bi debdebe ku şûr simbêlên wan nedibirî, bûne wek pisîkên bêsimbêl li ber AKP’ê. Hin rojnamegerên ku hinek rûmet di sere wan de hebûn û neketin bin siya medyaya hewzê, an bê kar man, an jî mecbûr man reviyan, koçber bûn. Niha li Tirkiyeyê hejmara çapemenî an jî rojnamegerên ku mûxalîf in ji tiliyên destan derbas nabe.”

Rojnameger li ber xwe didin

Altan pirsa ‘Kî li hember van polîtîkayên qirêj bi awayeke berxwedêr rawestiya?’pirsî û wiha domand: “Helbet endamên çapemeniya kurd, ango çapemeniya azad bûn ew kes. Niha desthilatdar tola vê berxwedêriyê li wan vedike. Dibêje; “yaw, ewqas tirtirê zilaman ku polîtîkayên welêt kifş dikirin li ber hêza me nesekinîn, hûn çawa bi vê şêwazê li ber xwe didin?” Ev wan matmayî dihêle û wan pir hêrs dike. Lewma ji dehan hevalên me re doz tên vekirin. Gelek ji wan tên binçavkirin û girtin. Li qada xebatê têne asteng kirin. Saziyên wan yên xebatê rastî êrîş û mudaxeleyan tên. Nûçeyên wan tên sansurkirin, malperên wan tên girtin. Lê dîsa jî hevalên me li ber xwe didin.”

Civak tê darizandin

Altan li ser biryara dadgehê jî rawestiya û wiha axivî: “Niha ev meselaya dawî parçeyekî vê çîrokê ye. Abdurrahman û M. Şah ji ber ku endamên Çapemeniya Azad in têne cezakirin. Em dibêjin têne ceza kirin, ji ber ku bêsûc û bêsebep ewqas meh li zindanê girtî mayîn cezakirine. Tola çêkirina nûçeya qetilkirina Kemal Kurkut li Abdurrahman tê vekirin. Dîsa weke mînak tola çêkirina nûçeya Hakan Arslan’ê ku cenazê wî di nava qutiyê de teslîmê malbata wî kiribûn li M. Şah tê vekirin. Ji ber ku bi rastî jî dema em lê dinêrin tevahî kar û barên rojnamegerî ye bûne mijarên sucdariyê. Em van sucdariyan qebûl nakin. Ji xwe li dadgehê hevalên me yên girtî jî qebûl nekirin. Berovajî careke din wan dadgerê û dozgerê darizandin û doza mafê rojnamegerî kirin.

Altan bi lêv kir ku ji ber helwesta rojnamegeran li hemberî dadgehê serbilind in û  axaftina xwe wiha domand: “Bila gelê me jî serbilind be. Bila bizanibe ku hê jî yên ku mafê wê diparêzin hene. Çi li derve, çi li zindanê, çi li dadgehê; hem mafê pîşeya xwe, hem mafê gel dibarêzin. Bi paş de gav navêjin. Niha pêdivî pê heye ku em vê serbilindiyê mezintir bikin. Bêhtir li hevalên xwe yên girtî xwedî derkevin. Ev hem peywira rojnameger, sazî û dezgeyên rojnamegerî, hem jî peywira sazî û dezgeyên demokratîk û tevahiya gel e. Di şexsê rojnamegeran de tevahiya civakê tê darizandin û divê tu kes vê yekê qebûl neke û têkeve nava liv û tevgerê.”