spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwediyên xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn

Rojnamevanên ku hêjayî xelatên 30’yemîn a Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniyê ya Mûsa Anter hatin dîtin eşkere bûn. Di beşa nûçeyên tirkî de edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hêjayî xelatê ya yekemîn hat dîtin.

Pêşbirka xelatên Rojnamevaniya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya 30’yemîn hatin diyarkirin. Ev pêşbirk ango xelat diyarî bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser wezîfeya xwe şehîd bûne, tên kirin. Xelat ango pêşbazî ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya  Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji pênc beşan pêk tê û rojnamevan û kesên beşdarî pêşbirkê bûn ên bûn yekemîn navê wan hat eşkerekirin. Gelek kesan serî li pêşbirkê dane. Wê xelat roja 22’yê îlonê saet di 19.30’an de li Daîreya Mehrbirînê ya Kadikoyê bi merasîmekê bidin xwediyên wan.

Xelata beşa tirkî dan edîtorê MA’yê Gok ê girtî

Di beşa tirkî de Faruk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahat Dogan, Mehmet Alî Çelebî jûrî bûn. Di beşa beşa nûçeyên tirkî de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ê girtî hêjayî xelata yekemîn hat dîtin. Nûçeya Abdurrahman Gok a ku piştî serhildana “Jin jiyan azadî” dest pê kir û çû rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi sernavê “Ez li Rojhilat û Îranê me: Hêviya Îranek nû (“Rojhilat ve İran’dayım: Yeni bir İran umudu)” hat xelatkirin.

Xelatên taybet ên jûriyê

Nûçeya “Piştî Şirnexê Sêrt: Li ser daxwaza leşkeran di şeş mehan de herî kêm qada 60 kîlometre ya daristanê hat tunekirin (Şırnak’tan sonra Siirt: Jandrama’nın talebiyle altı ayda en az 60 kilometrekarelik ormanlık alan yok edildi)” ya Metîn Yoksu ku di Yeşîl Gazete de hat weşandin û nûçeya “Li Yataganê li ser sûc: Şirket biryara ku darazê ji bo madene daye ji nedîtî ve tê (Yatağan’da suç üstü: Şirket, maden için verilen yargı kararını görmezden geliyor)” a Dîlan Pamûk ku di Yeşîl Gazete de hat weşandin, nûçeya “Xelkê jehrî kirin e (Halkı zehîrlemişler)” a Îsmaîl Ari ku di rojnameya BîrGunê de hat weşandin, hêjayî Xelata Taybet a Jûriyê hat dîtin. Her sê nûçe jî li ser talankirina xwezayê ne.

Rojnamevaniya Gok hat pîrozkirin

Jûriya beşa tirkî li ser nûçeyan nirxandinek berfireh dît û jûriyê dest nîşan kir ku nûçeya Abdurrahman Gok ferqek mezin da nîşandan û wek xebatek hêja ya rojnaemvaniyê hat pênasekirin. Jûriyê bal kişand ser rojnamevaniya Abdurrahman Gok û hat diyarkirin ku ew ji ber nûçe, wêne û dîmenên belav kiriye niha di girtîgehê de dîl girtî ye. Jûriyê got wan bi pirdengiyê xelat dane Abdurrahman Gok.

Di dema krîzê de yek ji saziyên herî girîng Kizilay bû û diviya biketa dewrê. Lê belê derket holê bê ka çiqas xerab tê birêvebirin. Em bi nûçeya Îsmaîl Ari xeletiyên di organîzasyonên alîkariyê de piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan hîn bûn. Em ji wî hîn bûn ku Kizilay di mijara alîkariya bi mexdûrên erdhejê re dereng ma ye, kon firotine û Serokê Kizilayê ji dehan deveran mûçe wergirtiye. Yek ji skandalên din ên em hîn bûn jî ew bû ku di nava ava madenê ya Kizilayê de rêjeyeke zêde ya arsenîkê heye ku gefeke mezin li tenduristiyê dixwe. Ji ber vê rewşa gefeke mezin li tenduristiya giştî dixwe, Kizilay neçar ma ku daxuyaniyê bide. Derheqê nûçeyê de jî lêpirsîn hate desptêkirin. Hem di çarçoveya tenduristiya gel de hem jî saziyeke mîna Kizilayê ku giraniyeke wê ya cemaweriyê heye, di pêvajoya erdhejê de derket holê bê ka çiqas dejenere bûye. Her wiha weke şopandina fîkrî nûçeya rawestandina hilberînê ya li wê tesîsa hilberandinê jî kir nûçe. Mijareke ku bandorê li derdoreke berfireh a raya giştî dike bû û li welateke mîna Tirkiyeyê ku terora xurekê lê zêde ye ev nûçe hêjayî xelatê hatiye dîtin. Di vê çarçoveyê de em balê dikişînin ser rojnamegeriya rexneyî û serbixwe ya piştî erdhejê; bandora wê ya mezin a li ser agahdarkirina gel û girîngiya teqîba fikrî ya di nava bêderfetiyan de. Metîn Yoksu û Dîlan Pamuk; yek ji wan karesata ekolojîk a li Mezopotamyayê ya din jî ya li Egeyê raxist ber çavan lewma hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatine dîtin.

Birîna daran û firotina wan a li bajarên kurdan bi destê leşker-cerdevanan vê tê kirin, talankirina daristanan, texrîbata li ekolojiyê tê kirin di medyaya navendî de cih negirt. Lewma jî nûçeya Metîn Yoksu ya di Rojnameya Yeşîlê de hatiye weşandin nûçeyeke gelek hêja ye. Kedeke mezin da ye, çûye dîtiye, ji saziyên têkildar pirsiyaye û nûçe wisa amade kiriye. Nûçe, bi taybet jî pratîka ku hema hema li rojava qet derneketiye holê, bi belgeyên fermî derdixe holê ku dar bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn. Ne tenê xwe dispêre belgeyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin, di heman demê de li herêmê dîmen kişandiye, bi şahidan re axivî ye û nûçeya xwe xurt kiriye. Ev nûçeye ne tenê texrîbata ekolojîk a li Sêrtê bi hinceta ewlehiyê tê kirin, balê dikişîne ser polîtîkayên sîstematîk ên salên dirêje li herêmê tên meşandin. Dîlan Pamuk, belge kir ku qada komirê ya aydê şîrketa Hilberandina Enerjiya Termîk a Yataganê ya li navçeya Yatagan a Mûglayê tevî biryara “sekinandina birêvebirinê” jî xebatên madenvaniyê yên binerdê tên domandin. Çû wir û dîmenên tunêlan kişand. Bi raporan derxist holê ku ev santral li ser tenduristiya gel gefeke. Nûçeya ku têkoşîna ekolojiya girêdayî mafên mirovan, mafên hawirdorê û mafên sewalan yekser eleqeya xwe heye tevî biryarên darazê jî tune tên hesibandin. Lewma hêjayî xelatê hate dîtin.

Xelata rojnamegeriyaa jin a Gûrbetelî Ersoz

Juriya Rojnamegeriya Jin ku ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz de tê lidarxistin Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel û Safiye Alagaş hebûn. Juriyê, rojnameger Nazîla Maroufîan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû hatibû girtin hêjayî xelatê dît. Maroufîan, îdiaya rejîma Îranê ku digot Jîna Emînî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye vala derxist û rastiya wê bi raya giştî re parve kir.

Nazîla Maroufîan

Xelata nûçeya kurdî

Juriya Beşa Nûçeyên Kurdî jî Sûna Tunç, Hatîce Kamer, Rizoyê Xerzî, Remezan Olçen û Leyla Ayaz bûn. Juriyê, nûçeya rojnameger Ferîd Demîrel a bi sernavê “Fermandarê rêxistina Ahrur’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” ku di bîanetê de hatibû weşandin hêjayî xelatê dît.

Ferîd Demîrel

Xelata wêneyê

Di juriya beşa wêneyan de Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara, Bêrîtan Canozer û Çetîn Altûn hebûn. Juriyê, wêneyê Ardil Batmaz ê bi navê “Destê dewletê (Devletin Eli)” hêjayî xelatê dît. Juriya wêneyan di heman demê de Sedat Sûna û Efekan Akyuz jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

Ardil Batmaz – Destê dewletê

Xelata karîkaturan

Juriya beşa karîkatûran jî Mûrap Îpek, Mûsa Keklîk û Aşkin Ayrancioglû bûn. Juriyê, karîkatûra Erhan Yaşar Babalik hêjayî xelatê dît. Juriya karîkatûrê di heman demê de Muammer Kotbaş jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

Erhan Yaşar Babalik – Kayyum

Xelata rûmetê dan MEBYA-DER’Ê

Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) ji ber xebatên xwe yên ji bo kesên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, hêjayî Xelata Rûmetê hate dîtin.