spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn û statuya kurdan nas bikin

Partiyên Kurdistanî encamnameya konferansa bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” aşkere kir. Di encamnameyê de xwestin ziman, çand, statuya kurdan nas bikin û zextên li ser kurdan bi dawî bikin

Partiyên Kurdistanî encamnameya konferansa bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” aşkere kir û ev bang kirin: “Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aştiyane û demokratîk destpêkek nû bikin. Em bang dikin ku hebûn, ziman û statuya gelê kurd bê nasîn.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û Partiya Çepên Kesk encamnameya konferansa xwe ya bi navê “Di sedsala Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li Cemiyeta Rojnamegerên Bakurrojhilatê ya navçeya Yenîşehîra Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Konferansa Kurd û Kurdistan di sedsaliya Peymana Lozanê de” hat vekirin. Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Metna encamnameyê ya bi kurdî Berdevkê KKP’ê Nûsrettîn Maçîn, ya bi tirkî jî Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç xwend.

 Emncamnameya konferansê wiha ye:

“Peymana Lozanê qediyaye û karê lezgîn ew e ku makezagonek nû ku hebûna gelê kurd nas bike, bê çêkirin. Sed sal li ser şerê dewletên emperyalîst û kolonyalîst re derbas bûn û piştî şerê parçekirinê, bi hev ra lihevkirinek kirin. Kemalîstan jî tev li vê pêvajoyê kirin, îradeya gelê kurd paşguh kirin û Kurdistan kirin çar parçe. Navê Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan ji bo gelê tê wateya tarîtiyê, qelîam û zilmên bêdawî. Em Peymana Lozanê ya ku gelê me tê de nayê temsîlkirin û îradeya wî tê paşguhkirin nas nakin û kesên ku ev peyman îmze kirine û bi cih anîne bi tundî şermezar dikin. Peymana Lozanê, tenê netewa Kurd ji mafên rewa yên netewî yên demokratîk û îmkanên dewletbûnê bêpar nehişt. Her wiha li Rojhilata Navîn tovê dijminatî û nefretê reşand û bû sedema sedsaleke bêîstîqrar, şer û pevçûnan.

Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de bi navê biratiya olî piştgirî ji Kurdan xwestin, diyar kirin ku dewleta ku were avakirin wê bibe dewleta hevpar a tirk û kurdan. Diyar kirin ku ew li Lozanê nûnertiya tirk û kurdan dikin, piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû gotinên xwe ji bîr kirin û Mafên zimanî yên ku di xalên 38-39 ên Peymana Lozanê da hatine diyarkirin jî pêk neanîn. Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna wê bi fermî hatibû naskirin, piştî sê mehan di 29’ê Cotmeha 1923’yan da komar ragihand. Daxuyaniya Komarê red û înkara li hemberî gelê kurd rewa kir û fermî kir. Komara Tirkiyeyê li ser bingeheke monîst û nijadperestî, li ser bingehê tirkbûnê hat avakirin û guhneda pêkhateya pirneteweyî, pirçandî, pir olî ya erdnîgariya ku li ser hatiye avakirin.

 Kurd tune hesibandin

Di makezagona 1924’an da têgîneke hemwelatîbûnê ku hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn weke Tirk dihesibîne, hat bi cîkirin. “Takrîr-î Sûkûn” a di sala 1925’an da derket û ‘Plana Îslahatê ya Rojhilat” ku pişt ra bi dizî hat amadekirin û bicihanîn, bûn bingeha rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, ji xwe re kir armanc ku li Kurdistanê kurdan tune bike, ji bo ku bigihêje vê armancê qetlîamên girseyî pêk anî.

Rejîma Kemalîst di sala 1921’ê da li Koçgirî, di sala 1925’an de li herêma şerê Şêx Seîd, di sala 1928-30’an de li Agirî, li Zîlan û di sala 1938’an de li Dêrsimê, bi her cure rê û rêbazan û bi komkujiyan serîhildan û berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiya neteweyî tepeser kir. Siyaseta qirkirina çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşand. Ev polîtîkaya standartkirina nîjadperestî sed sal in ku weke stratejiyeke dewletê bi şikl û amûrên cuda tê domandin, lê cewhera wê neguheriye.

Êrîşên li dijî nirxên kurdan didodmin

Îro jî êrişên li dijî destkeftiyên gelê me yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Xweseriya Rojava berdewam dikin. Li bakurê Kurdistanê îradeya gelê me tê desteserkirin û ji bo rêveberiyên herêmî qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî di bin gefa girtinê da ne, li dijî kadroyên siyasî operasyonên bênavber tên meşandin, polîtîkaya tecrîdê ya tund a ku her cure yasayan binpê dike, tê meşandin. Tevî vê yekê jî têkoşîna gelê me ya ji bo azadiya neteweyî bênavber dewam kir û ji niha û pê ve jî wê bi heman biryardariyê bidome.

 Avakirina tifaqa neteweyî erka sereke ye

Gelê me tevî hemû êriş û komkujiyan li çar parçeyan têkoşîna xwe ya azadiyê ya netewî domand, didomîne. Gelê me li başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî statuyeke federal. Li başûrê rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê de li ber firsendên girîng e. Parastin û pêşxistina destkeftiyên her du beşan û dûrketina ji pevçûnên navxweyî pir girîng e. Gelê me di têkoşîna rizgariya netewî ya Rojhilat û Bakurê Kurdistanê da mewziyên girîng bi dest xistiye. Ji bo ku têkoşîna van her du parçeyan bi destkeftiyan biqede, avakirin û berfirehkirina tifaqa neteweyî erk û berpirsyariyeke bingehîn e.

 Tirkiyeyê zerar dît

Li aliyê din nêzîkatiya înkar û asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan ne tenê zerareke mezin da gelê Kurd, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ji vê ferasetê bandoreke neyînî dît. Her cara ku dewleta Tirk li dijî Kurdan tundiyê pêk anî, bandor û wesayeta artêşê ya li ser siyasetê zêde bû, pêla şovenîzmê bilind bû. Vê rewşê rê li ber pêşketina Tirkiyeyê ya ber bi civakeke nûjen ve girt. Ji ber van sedeman, artêşa Tirk her deh salan carekê bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî digirt. Dewleta Tirk jî hemû serhildanên Kurdan ji bo şikandina muxalefeta xwe bi kar anî. Li Tirkiyeyê rê li pêş pêşketina tevgera demokratîk û rêxistinbûna civakê girt. Ev jî bû sedem ku li Tirkiyeyê desthilata siyasî bibe otorîter, rabûna nîjadperestî û zidbûna civakî zêde bibe.

Tirkiye di qeyranê de ye  

Di vê nuqteyê da Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya tundî û pevçûnê ya li dijî Kurdan ketiye krîzeke piralî û kûr. Binyada aborî hilweşiyaye, sîstema siyasî hatiye astengkirin, di nirxên exlaqî da fesadiyeke mezin heye. Tenê di 40 salên dawî da ji ber şer û pevçûnan 4 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Çavkaniya mezin a mijara gotinê ji bo şer, çek û şîdetê hatiye xerckirin. Çavkaniya navborî ji dahata neteweyî ya Tirkiyeyê ya salane pênc qatan zêdetir e. Çaresernekirina pirsgirêka Kurd hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bêîstîqrariya siyasî kûrtir dike. Tecrûbeya sed salan nîşan dide ku heta pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û li ser esasê wekheviyê neyê çareserkirin, li herêmê aştî, aramî û dewlemendî pêk nayê. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiye û herêmê bûye mifteya aştî û aramiyê.

 Daxwazên li konferansê

Divê neheqiya dîrokî ya sedsalî li ser gelê kurd bi dawî bibe. Wek her gelî mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe bi azadî û bi rûmet bijî. Ev maf bi hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî ra tevdigere û ji bo aştiyeke mayînde şertekî pêwîst e. Di vê astê da rejîma monist a dijî kurd ku li ser înkara kurdan hatiye avakirin êdî nameşe. Avakirina sîstemek piranîparêz, nenavendî û demokratik li gorî binyada Tirkiyeyê ya pirnetew, pirçand, pirol û bawerî îhtiyacekî mezin e. Ev jî berî her tistî bi çêkirina makezagonek ku tê wateya peymanek civatî mumkun e. Divê bi tevayî mafên gelê kurd ên netewî demokratîk bên garantîkirin. Di makezagona nû ya ku dê bê çêkirin da;

* Divê hebûn û nasnameya gelê kurd bi fermî bê nasîn,

* Divê zimanê kurdî ji bexçê zarokan heta zanîngehê wek zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin û wek zimanê fermî digel tirkî bê nasîn;

* Divê zemînek demokratik bê avakirin ku rê li ber kurdan veke da karibin bi navên kurd Kurdistanê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin;

* Divê statuyek bo gelê kurd bê dayîn ku karibe li Kurdistanê xwe bi rêvebibe.

* Divê navên bi kurdî yên gund, bajar, cihên tarîxî ku li Kurdistanê hatine guherîn bêne îadekirin;

* Divê cihê gorê kesayetên kurd ku dewlet vedişêre bêne diyarkirin;

* Bi vî awayî divê jiyana gelê kurd bi gelên din ra bi şeklê wekhev, azad û birûmet bi awayek qanûnî û civakî bê parastin.

 Bila înkar û zilm bi dawî bibe

Divê zihniyeta înkar û zilmê ya ku li hember gelên kurd, ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanî, ereb, azerî, tirkmen û dîn-baweriyên wek Elewî-Sunî, Xiristiyan, Mûsewî Êzdiyên li Kurdistanê dijîn, tê meşandin bi dawî bibe. Cudahiyên etnîkî, dînî û çandî yên cıvata Kurdistanê divê wek dewlemendiyê di makezagonê da cih bigirin.Ji bo pêkanîna vê erka pêşîn a aktoren siyasî yên kurd e. Divê bê zanîn ku azadî nayê bexşkirin, bo vê pêwîstî bi stratejiya têkoşînek  modern heye.

Mifteya azadiya netewî bo gele kurd tifaqek berfireh, diyalog û hevkarî ye. Divê em jibîr nekin ku gelê kurd, ji ber tunebûna tifaqa netewî sed sal berê mafê netewî  li Lozanê wenda kir. Em bi siyaseta avakirina  tifaqa netewî, zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dikarin sed sala 21’ê kar bikin. Siyaseta kurd, bi van polîtîkayan dikare astengiyên li hember azadiya netewî rake, firsetan bikar bîne û Peymana Lozanê bê tesîr bike. Em bang li dewletên wek Brîtanya û Fransayê dikin ku di destpêka sedsala çûyî da bi Peymana Lozanê ya 1923’yan Kurdistanê perçekirin, kurdan bêstatu hiştin, dawî li vê neheqiya dîrokî bînin.

 Bang li hêzên navdewletî kirin

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê (KE), Yekitiya Ewropayê (YE) û saziyên navneteweyî yên din dikin ku piştgirî bidin têkoşîna gelê me ya diyarkirina çareseriya xwe û neheqiya Lozanê. Gelê kurd dixwaze bi gelên herêmê yên tirk, faris û ereb ra bi awayek wekhevî sed sala bê bijî. Ji red û înkarê ra dibêje na, jibo afirandina şertên jiyana bi awayê naskirina biwelat, bi nasnameya netewî û zemînek wekheviya siyasî, statuya erdnîgarî têkoşîn dike.

Banga me ji dewleta tirk ra ev e; sîstema li ser înkara kurdan hatiye avakirin nadome. Sîstema niha tenê bi neheqiyên mezin ên li ser kurda nemaye, jiyanê ji gelê tirk re jî kiriye cehnime. Hatiye îsbatkirin heta ku gele kurd azad nebe, gele tirk jî azad nabe. Werin li cihê siyaseta şer û înkarê, em ji bo çareseriya meseleya kurd a aştiyane û demokratik destpêkek nû bikin. Werin em hêz û çavkaniyên xwe  ji şer û pevçûnan re na, ji makezagoneke nû ku îmkana bi hev ra jiyaneke azad, birûmet û wekhev dide gelen kurd, tirk û yên din re seferber bikin. Em ê tev bi hev ra bi ser bikevin.”