11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji gulebarana leşkeran agir bi baxçeyan ket

Hat zanîn ku gundê Bana yê ku 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, di encama gulebaran leşkeran de baxçeyên gundiyan tên şewitandin

Li gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve 2 meh in bi hinceta ku operasyon heye di bin dorpêça leşkeran de ye. Çend roj beriya niha jî Walitiya Şirnexê çoltara gund ji gundiyan re qedexe kiribû û gundiyan ji neçariyê sewalên xwe ji gund derxistibûn. Zext û talûkeya li ser gund didome. Gundiyên ku heta niha bi destûrê diçûn bexçeyên xwe niha bi temamî li wan hatiye qedexekirin. Leşkerên gund ê ku baxçeyên wan ê fêkî û zebze û zeviyên wan ê birincê li wan hatibûn qedexekirin îro leşkeran gule reşandin. Di encama gulebarana leşkeran de li bexçeyan şewat derket. Şewata ku didome vemirandina wê ji aliyê leşkeran ve tê astengkirin.