Endamê HPG’ê Recep Balta, di sala 2017’an de li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi awayekî birîndar hatibû girtin û ji navtangê û pê da felc bûbû. Piştî tedawiya du mehan a ji girtîgehê hatibû berdan. Balta ku tedawiya wî 6 sal in didome, di 16’ê îlonê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Balta, di 16’ê îlonê de li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê hate veşartin.
Ji bo Balta ji aliyê malbata wî ve li Mala Şînê ya Şeqlatê ya li Semta Dîclekent a navçeya Peyasê ya Amedê şîn hate danîn. Endam û rêveberên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Alimên Olî ya Amed, Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê serdana şînê kirin. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqîqeyek rêz hate girtin û dua hatin kirin.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç, di şînê de axivî û ji malbatê re sersaxî xwest.