11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Jinan: Êrîşên li dijî jinên kurd zêde bûn

Platforma Jinan a Enqereyê diyar kir ku ji sala 2015’an heta niha li bajarên kurdan êrişên li dijî jinan zêde bûne û tiştekî tesadûfî nîne ku faîlên wan leşker, polîs û cerdevan in.

Platforma Jinan a Enqereyê têkildarî polîtîkaya necezakirina faîlên tundiyê li jinan dikin li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi polîtîkaya necezakirinê re faîlên zilma tên parastin em ê destûrê nedin” hate vekirin. Endama platformê Sîbel Goktaş daxuyanî xwend û got ku jina ciwana kurd Jîna Emînî di 16’ê îlona 2022’yan de li Herêma Rojhilat hatiye qetilkirin û mirina Emînî di têkoşîna azadiyê ya jinên îranî de bûye qonaxeke girîng.

‘Serhildan bû dengê têkoşînê’

Goktaş, anî ziman ku jinên li Îranê ev salên dûvdirêj e li dijî pirsgirênên bingeha xwe ji qanûna girêdana dersoka bi darê zorê û newekheviya zayendî digirin dengê xwe bilind dikin û wiha got: “Jin, ne tenê li dijî dersokê lê li dijî jiyana îslamî ya tê ferzkirin jî bi daxwaza wekhevî û azadiyê serî radikin. Ev serhildana li dijî tundî û komkujiyên li dijî jinan li Îranê mezin dibe, îro li tevahiya cîhanê bûye dengê bexwedan û têkoşînê. Sedema ewqas dijwarbûna tundiya li dijî jinên daketin kolanan ew e ku ji vî deng û serhildanê ditirsin.”

‘Êrîşên li dijî jinên kurd zêde bûne’

Bi domdarî Goktaş diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê li dijî jinên kurd polîtîkayên şerê taybet ên sîstematîk xistine dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî ji sala 2015’an heta niha li bajarên kurdan êriş û astengkirinên dewletê yên li dijî têkoşîna jinan zêde bûn. Her wiha êrişên tacîz û tecawizê yên hêzên ewlekariyê yên li dijî jinên kurd jî zêde bûn. Heta gihiştin wê astê ku qeyûmên li şaredariyên bajarên kurdan tên tayînkirin, weke karê destpêkê komeleyên jinan û navendên piştevaniyê yên şaredariyê digirin. Li van deran zilaman tayîn dikin, hevalên me yên li van navendan dixebitin binçav dikin û digirin. Di salên dawî de cînayetên jinan ên li herêmê zêde bûn. Gelemperiya faîlên tecawiz, tacîz û kuştinan jî cerdevan, çawişên pispor, xebatkarên saziyên fermî yan jî endamên hinek partiyên siyasî ne. Ev yek jî tiştekî tesadûfî nîne.”

‘Ev êrîş tesaduf nînin’

Goktaş, axaftina xwe wiha qedand: “Faîlê Gulistan Doku ku di 5’ê çileya 2020’an de li Dêrsimê hate windakirin Zaynal Abarakov e û bavê wî polîs e. Ev tiştekî tesadûfî nîne. Faîlê Îpek Erê çawişê pispor Mûsa Orhan e û hêj nehatiye girtin. Ev tiştekî tesadufî nîne. Faîlê Fîrdevs Babat a di 18’ê tebaxa 2022’yan de winda bû û piştî destdirêjiyê hatibû qetilkirin cerdevan e û ev ne tiştekî tesadûfî ye. Daraza Tirkiyeyê, faîlên jinan diparêze. Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên kurd berdewam in. Li rojavayê Tirkiyeyê jî faîlên mêr bi hincetên cuda tên berdan. Heta ku faîlên tundiya li dijî jinan bêceza bimînin û dewlet wan biparêze, em di ewlehiyê de nînin. Divê em têkoşîna li dijî vê tundiya birêxistinkirî mezintir bikin û li cem jinan bisekinin.”