3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê 10 leşkerên Şamê kuşt

DAIŞ’ê li herêma Reqayê êrîşî leşkerên Şamê kir. Di encama êrîşê de 10 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyeke SOHR’ê, duh DAIŞ’ê herêma Reqayê êrîşî leşkerên Şamê kiriye û 10 leşkeran kuştiye. Li gorî daxuyaniyê DAIŞ’iyan êrîş birine ser nuqteyên leşkerî yên hêzên Şamê û agir berdane wesayitên leşkerî û prefabrîkan. Di êrîşê de DAIŞ’iyan 10 leşkerên Şamê kuştin û 6 leşkeran jî birîndar kirin.

Hêzên hikumeta Şamê sektorên li rojhilat û başûrê herêma Reqayê kontrol dikin. Piraniya bakurê Reqayê jî di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.

Roja yekşemê jî DAIŞ’ê êrîşî hêzên Şamê kiribû û 6 leşker kuştibûn.