3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tundî zêde dibe

Girtiyekî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya nameyekê bal kişandin ser zext û tundiyên kargeriya girtîgehê ya li dijî girtiyan. Girtî di nameyê de destnîşan kir ku bi awayekî keyfî cezayê hucre û cezayê dîsîplînê didin girtiyan û bi taybetî zex û tundiya li ser girtiyên jin zêdetir e

Girtiyekî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya nameyekê bal kişandin ser zext û tundiyên kargeriya girtîgehê ya li dijî girtiyan. Girtî di nameyê de destnîşan kir ku bi awayekî keyfî cezayê hucre û cezayê dîsîplînê didin girtiyan û bi taybetî zex û tundiya li ser girtiyên jin zêdetir e.
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di demên dawî de zext û tundî bi awayekî keyfî û li dijî zagonan her ku diçe zêde dibe. Girtiyên ku cezayê wan qediya ne, bi cezayên dîsîplînê înfazên wan dişewitînin û berdana wan taloq dikin. Dîsa girtiyan davêjin hucreyê û li dijî girtiyan tundiya derûnî pêş dixin. Girtiyên nexweş li gel raporên nexweşxaneyan jî nayên dermankirin û nayên berdan.
Yek ji van girtîgehên ku zext û tundî li ser girtiyan zêde dibe Girtîgeha Tîpa L a Patnosa Agiriyê ye.
Ji Girtîgeha Patnosê ya Tîpa L’yê girtiyekî ku nexwest navê xwe aşkere bike, bi rêya nameya ku ji malbata xwe re şand bal kişand ser zext û tundiya li ser girtiyan.
Girtî di nameyê de anî ziman ku tevî ku mafê wan ê “Kontrola edlî” heye jî vî mavî nadin wan. Girtî da zanîn ku mafê wan ê ku biçin girtîgehên navçeyan jî heye û wiha got: “Niha jî ji aliyê Lijneya Çavderî ya Kargeriyê bi hinceta ‘sê cezayê hucreyê heye’ înfazan dişewitînin. Tevî ku Lijneya Çavderî ya Kargeriyê pêşniyar dike jî, li vir ji avakirina girtîgehê heta niha mafê xebatên civakî nayê dayîn. Ev çar sal e ji bilî werzîşê tu xebatên civakî tunene.”
Girtî bal kişand ser şertê kontrola edlî û wiha cih da nameyê: “Bi taybetî ji bo me şertên kontrola edlî teng tên girtin û zorê didin me ji bo ku em biçin qawişê ‘serbixwe’. Her ku diçe di her mijarê de lêpirsînên keyfî didin destpêkirin. Di demên dawî de bi taybetî ji bo înfaza wan taloq bikin cezayê hucreyê li wan dibirin. Ev rewş bi taybetî li ser hevalên jin ên girtî tê kirin. Govend gerandin jî di nav de her tiştî wekî provakasyonan pênase dikin. Herî dawî 11 roj cezayê hucreyê dan 4 hevalê jin.”

Amûrên muzîkê kom dikin
Girtî, di berdewama nameya xwe de bal kişand ser zextên keyfî û got: “Tevî ku biryara dadgehê ya li her menzelê 4 amûrên muzîkê dikarin bên bikaranîn jî, lê bi awayekî keyfî tenê destûrê didin amûrekî û amûrên din kom dikin û davêjin depoyê. Sewqkirina nexweşxaneyan di wextê wê de nayê kirin. Tevî ku îmkanê tedawîkirinê kêm in jî wan sevqî girtîgehên ku îmkanên wan hene nakin. Girtiyên nexweş di rîngên nexweşxaneyan de bi seatan dihêlin. Li ser xwestina me jî derziya şewbê nakin. Li revîra diranan amûrên dagirtina diranan jî di nav de tu amûrê dermankirina diranan tune ne. Li revîrê tenê diranan dikijînin. Ev yek jî hem ji bo kijandina diranan hem jî ji bo ku devê mirovan bi zorê vekin hatiye vekirin. Bi salene girtî maxdûrê vê îşkenceyê ne. Tu encamên tahîlên nexweşxaneyan bi nexweşan re nayên parvekirin.”

Alavên girtiyan desteser dikin
Girtî di dirêjahiya nameyê de li ser lêgerînên keyfî jî rawestiya û got: “Di lêgerînan de her wext dest didin ser eşyayekî me. Bi hinceta ku bi armanceke din tê bikaranin ji me distînin. Hin gardiyan, porovakatîf û tahrîkvarî nêzî me dibin. Disa ew gardiyan bi bilindkirina dengê xwe ya li kooridoran, çûn û hatina ziyaretkirinan de jî her dem dibe pirsgirêk. Ji bo van pirsgirêkan me gelek caran ji cihê berpirsyar re şikayetên xwe kir. Lê me tu encam negirt.”

Pirtûkan kom dikin
Girtî li ser komkirina pirtûkan jî rawestiya û got: “Di lêgerîna menzelan de pirtûkan kom dikin. Ji bo her kesekî tenê şeş pirtûkan dihêlin. Yên zêde tevan kom dikin. Hemû fotokopiyên me desteser kirin. Kovar qedexe kirine. Bi israr me mecbûrî pirtûkên pirtûkxaneya kargeriyê dikin. Lê ev pirtûk jî, ji pêdiviyên me re nabin bersîv. Gelek pirtûk bi hinceta ku ‘pesnê rêxidstinê didin’ nadin me. Daxwaznameyên me bêbersiv dimînin û tên windakirin. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan berpirsyaran nabînin. Hevalên me yên ev pirsgirêk ragihandin, hatin sirgûnkirin. Hem avêtin hucereyan û hem jî di şertên xerabtir de hiştin. Hevdîtinên girtî û vekirî bi 50 deqiqeyan re sînor dikin. Di hevdîtinan de nahêlin eşyayên malbatan derbasî girtîgehê bikin. Dixwazin malbat alavan bi kargoyan bişînin. Nevresîm, cilê binî û gelek tiştên wisa ku bi kargoyê dîşînin jî nadin me. Tevî ku li qantînê tunene, buha ne yan jî ne yê bi qalîte ne dibêjin ji qantînê bikirin. Mafê telefonê yê bi dimên nadin me. Tenê hefteyê carekê 10 deqîqe mafê telefonê ya lêgerîna bi deng didin.

Ew jî ji ber erîzeyan deng nayê
Zêdetirî şeş heyvan e em di eynî nevresîman de radizên. Odeyên me nagûherînin. Dema en ji bo ku van pirsgirêkan ragihînin diçin lijneyan jî heqaretê li me dikin. Dibêjin tenê hûn dikarin derbasî nava serbixweyan bibin. Ava şebeke ku didin tenê em dikarin pê pajijî bikin. Ji bo çayê carina tenê 3 lître av didin. Lê ew jî têrê nake. Me ji bo vê pirsgirêkê ji cihê berpirsyar re gelek caran nivis şand. Lê dîsa me tu bersiv negirt.

Rojnameyan rojane nadin me
Rojnameyan rojane nadin me. Rojanameyên ku em dixwazin nadin. Rojnameyan an hefteyê carekê an jî ji deh rojan carekê bi komî didin me. Dest davêjin ser defterên hevalên me. Bi salan e bi hinceta kontirolkirinê defter bi wan re dimînin.”