spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkence ji rêzê tê dîtin

Nûnerê TÎHV’ê Murat Aba got ku li Tirkiyeyê her sal îşkence zêdetir dibe û wiha axivî: “Ya herî girîng ew e ku îşkence tiştekî di rêzê de tê dîtin û ev jî tiştekî pir bi talûke ye.”

Tirkiye bi damezrandina komarê re heta niha îşkence û zilmeke mezin li ser gelan dimeşîne. Bi taybetî jî gelên li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê derdikevin bi faşîzma herî dijwar re rû bi rû dimînin. Di salên 90’î de li dijî îşkenceyê rêxistinên sivîl hatin damezrandin. Ji van saziyan yek jê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) e. TÎHV, bi salane li ser kesên bi îşkenceyê rû bi rû mane daneyan kom dike, di aliyê tenduristî de jî piştevaniya mexdûrên îşkenceyê dike û wan tedawî dike. TÎHV, heta niha piştgiriya tedawiyê û rehabîlîtasyonê daye 18 hezar mexdûrên îşkenceyê û xizmên wan.

Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Murat Aba der barê serlêdan, kar û xebatan de ji rojnameya Xwebûnê re axivî. Aba, diyar kir ku TÎHV li bajarên Stenbol, Amed, Enqere Wan, îzmîr û Cizîr hatine avakirin û ev tişt got: “TÎHV, di sala 90’î de li Tirkiyeyê hat avakirin. Di sala 98’an de jî li Amedê hat avakirin. Niha li şeş bajaran TÎHV heye. Ya li navçeya Cizîra Şirnexê wek navenda referansê ye. Li wir tenê hevalekî me dixebite lê wê bibin du kes. Yek jê bisporên xizmet ên civaki ye yê din jî seketerê Cizîrê ye. Ev îşkence kî dike? Dewlet bi xwe dike. Dewlet kî ye? Polîs e, cenderme ye û cerdevan e. Ji ber vê yekê yên ku îşkence li wan tên kirin dema serî li TÎHV’ê didin em wan dişînin nexweşxaneyê û saziyên taybet. Bawariya wan bi saziyên dewletê nayê. Ji ber li Cizîrê nexweşxaneya taybet tune ye, wan dişînin Amedê. Em li vir tedawiya wan didomînin. Kesên ku ji aliyê dewletê ve îşkence yan jî kiryarên nebaş li wan hatibe kirin serî li TÎHV’ê didin. Em tedawiya wan bi awayekî şênber didomînin.”

 30 mêxdûr di dorê de ne

Aba, da zanîn ku di sala 2022’yan de bi gihîşti hezar û 201 kesî serî li TÎHV’ê dane û 310 jê serî li TÎHV’a Amedê dane. Aba serlêdanên îsal wiha nirxand: “Îsal heta niha 79 kes ji bo tedawiyê serî li me dane. Derdora 25-30 kesî jî ji bo tedawiyê di rêzê de ne. Ji ber randewûyên me tije ne ji neçarî me serlêdan dane sekinandin. Niha em hewl didin ku randewûyên beriya meha sibatê biqedînin. Me got em tedawiyên nîvcomayî biqedînin, em ê paşê serlêdanên nû qebûl bikin. Mehekê jî em li tedawiya wan binêrên. Ji ber vê yekê me ji 6’ê sibatê heta 1’ê hezîranê randewûyên nû negirt.”

‘Kes nikare piyê kesî bişkêne’

Aba, digot ku li Tirkiyeyê her ku diçe îşkence zêde dibe û wiha pêde çû: “Ji ber ku ev îktîdara heyî axaftinê jî qedexe kiriye. Tu nikarî li derekî axaftinekî bikî. Êdî bûye ku mirov nikare xwe biparêze, bêjî mafekî min ê wisa heye ez dixwazim ji bo wî daxuyaniyê bidim. Ji ber vê yekê her sal serlêdanên îşkenceyê zêdetir dibin. Li welatek demokrat de kes nikare lingê kesekî bişkîne. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ev gotin bi xwe gotibû. Ger wezîr vê bibêje wê yên din ne ling serê wan jî bişkînin. Yanî ev jî nîşandan dide ku îşkence bûye tiştekî legal.”

Îşkenceya li Sûrê

Aba, anî ziman ku Tirkiye berê îşkenceyê înkar dikir lê niha li berçavan dike û wiha got: “Di salê 90’î de ez zarok bûm, tê bîra min dewletê bi navê JÎTEM’ê îşkence dikir. Lê dewlet hîn jî dibêje JÎTEM tune ye, înkar dike û dibêje me tiştek nekiriye. Lê niha êdî em dibînin li ser ekranên televîzyonan li ber çavên gel îşkence dikin. Di 15’ê tîrmeha 2015’an de dema darbeyê ser û çavên fermandarê Tirkiyeyê şikandibûn derxistin ser ekranê televîzyonê. Bi vê yekê xwestin peyamekî bidin gelan. Gotin binêrin ev general bûn me çi bi wan kir tu kesekî ez ê xirabtir li te bikim. Gelek kesên rastî îşkencêyê tên jî serlêdan nakin û gelek jê jî ji ber ku wan avêtine zindanan nikarin serlêdanê bikin. Mînak, li Amedê herî zêde mirov di sala 2015’an de li Sûrê rastî îşkenceyan hatin. Ji ber ku wan xistin girtîgehan û ceza muhabetê li wan birîn serlêdan nekirin. 25-30 salên din em ê bibînin ka çi qas îşkence li wan kirine û bi kîjan îşkenceyan re rû bi rû mane.”

Divê biryar bibingeh bibin

Aba, bi lêv kir ku herî zêde bigefa kuştinê li mexdûran tê xarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha li gorî serlêdanan îşkenceyên ku dewletê kiriye bi piranî; kêmxistin, gefxwarina kuştinê, lêdan, kelepçe û kelepçeyên ku ji peşde li destan dixin. Kelepçekirin li gorî aanûnan qedexe ye. Tenê mirov dikare destên kesên ku wê yan birevin yan jî wê zararê bide xwe kelepçe bike. Divê biryara vê polîsek nede. Divê bingeha vê biryarê hebe. Destê kesekî ji paş de kelepçekirin bi serê xwe tê wateya îşkencekirinê. Lê em dinêrin li Tirkiyeyê ev wekî tiştekî normal têkirin. Em bêjin li Amedê 44 derece germahî heye. Yêkî/ê binçav dikin, sê çar roja di ciheki tarî, bêpace, bêqilîma de dihêlin. Ev îşkence ye.”

‘Roj bi roj îşikence zêde dibe’

Aba, îşkenceya ku polîsan li Şirnaxê li zarok kiribû bi bîr xist û got ku ev kiryarên polîsan nayê qebûlkirin û ev tişt got: “Bi piranî serlêdanên ku ji TÎHV’ê re tên; di cihê sar û germ de hiştin, tacîza devkî, xwarinên nepaqij, nahêlin razên û acizkirin.  Ez karim bibêjim ku roj bi roj îşkence zêde dibe û wekî tiştekî di rêzê de tê dîtin. Di rêzê de dîtina îşkenceyê tiştekî pir talûke ye. Îşkence sûcekî li dijmirovahiyê ye. Lê em dibînin polîs dema ku li nasnameyê jî dipirse dibêje xwe li erdê dirêj bikin, berê xwe bidin dîwar û destê xwe bilind bikin. Herî dawî li Şirnaxê ji bo cil û bergan li zarokan wisa kirin. Ev yek nayên qebûlkirin. Ji bo cil û bergan Lêgerîna Agahiyê Nasnamê (GBT) tiştekî ne rast e. Ev îşkenceyeke hem derûnî û hem jî fizîkî ye.”

Polîs li gorî xwe tevdigere

Di axaftina xwe de Aba, daxuyand ku pergala Tirkiyeyê her ku diçe îşkenceyê nû ava dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi bikin dibêjin rê û rêbaz ev in. Yek dertê dibêje hestiyê wan bişkînin, yek dertê dibêje wan belav bikin. Kî dertê dibêje qanûn ez im, ya herî baş ez dizanim. Niha em dibînin Dayikên Şemiyê nikarin biçin qada Galatasarayê. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn jî got ev îhlale ew dikarin li wir daxuyaniyê bidin û li mafên xwe bigerin. Lê polîs bikêfî tevdigerin, nahêlin dayik biçin qadê. Yanî ev bêhiqûqî ye. Tiştên ku çend sal berê ne sûc bû niha sûc tê hesibandin. Her ku biçe wê ev zêdetir bibe. Ji ber vê yekê Tirkye nikare têkeve Yekîtiya Ewropayê.”