4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pira dostaniya navbera gelan: Aram Tîgran

Merd Berat Ronî

Hunermend Aram Tîgran, di 15’ê kanûna 1934’an de li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di 9 saliya xwe de meraqa wî ji muzîkê re çêdibe. Gava ku bavê wî dibîne meraqa wî ji muzîkê re heye jê re dibêje: “Aram, ka em biçin sûkê ji te re enstrûmanekê bikirin.” Piştre Aram û bavê xwe bi hev re diçin sûkê û enstrûmaneke muzîkê ya bi dilê Aram jê re dikirin. Aram bi vê pir kêfxweş dibe û ji wê rojê ve dest bi lêdana enstrûmanên muzîkê dike.

Piştre her roja ku derbas dibe Aram behreya xwe ya muzîkê bi pêş ve dibe û di nav demê de fêrî cumbûşê dibe. Bi demê re Aram dibe cumbûşvanekî serkeftî. Gava ku Aram dibe 27 salî, sal 1966 e. Aram êdî hunermendekî navdar e û li Radyoya Êrîwanê dest bi xebatê dike.

Aram bi stranên xwe yên “ kurdî yên mîna “Lê lê Rihê, Zimanê Kurdî, Gelê Kurd, Rojbaş Diyarbekir, Ay Dil, Şev Çû, Tûzik, Qedrê Dê û Bavan, Lo lo Pismamo, Bi Hesreta Yerêvanê” û gelek stranên bi zimanê ermenkî, erebî û suryanî dibe deng û rengê Radyoya Êrîwanê.

Ji ber vê sedemê gava ku dema saeta Radyoya Erîwanê dihat gelê kurd û ermen bi awayekî bêsebir li benda stranên ku Aram bi dengê xwe yê dawudî distra bûn. Dema ku Aram dest bi stranan dikir, gel bi kêfxweşî guhdariya dengê Aram ê xweş dikir û demên kêfxweş û bextewar derbas dikir.

Aram Tîgran wexta ku ji bo konserekê ji bajarê Amedê yê paytexta dilê hemû kurdan hat paytexta Yewnanistan Atînayê nexweşî lê peyda bû. Ji ber ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li gel hemû hewldanên bijîşkan jî nikaribû bihata rizgarkirin û di 8’ê tebaxa 2009 an de li Atînayê jîyana xwe ji dest da.

Wesiyeta Aram Tîgran ew bû ku li Amedê were definkirin. Lê hikûmeta AKP’ê bi hincetên dijmirovî ku mirovahiyê ji xwe şerm kir, astengî derxist, destûr neda ku malbat û hezkiriyên hunermend Aram Tîgran wesyeta wî bi cih bînin û li Ameda ku hunemend Aram evîndarê wê bû bispêrin axa bav û bapîran, dayik û dapîran.

Ji ber helwesta rayedarên desthilata AKP’ê malbatê biryar da ku cenazeyê Aram Tîgran li bajarê paytexta Yewnanistan Atînayê bispêre axê. Lê belê gelê kurd wesyeta hunermend Aram Tîgran bi cih anî. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beşdarî merasîma cenaze bûn û axa ku ji Amedê biribûn li ser gora Aram Tîgran reşandin û soz dan ku dema şert û merc guncav bibin dê li gor daxwaza wî û hezkiriyên wî gora hunermend Aram Tîgran neqlî Amedê bikin.

Em di 14’emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin pira dostaniya mevbera gelê kurd û ermen û hemû gelên Rojhilata Navîn bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wî ditewînin.

Oxir be hunermendê gewre!

Em ê tu car te ji bîr nekin.

Tu di dilê me de dijî.