spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca talankirina xwezaya Kurdistanê

Zilmek bêhempa li hemû bajarên Kurdistanê pêk tê. Şaredarî hatine desteserkirin, hilbijêrên wan di bin zextan de ne û bi hezaran rêveber û xebatkarên siyasî di girtîgehan de ne. Li Kurdistanê şerekî giran heye. Dewleta tirk bi hemû derfetên xwe êrîşên lêşkerî pêk tîne. Hemû pîvan û zagonên navneteweyî bin pê dike û bi çekên qedexekirî êrîşî Kurdistanê dike

Weke ku tê zanîn li ser gelê kurd – bi taybet jî li bakurê Kurdistanê- zextên gelek giran hene. Zilmek bêhempa li hemû bajarên Kurdistanê pêk tê. Şaredarî hatine desteserkirin, hilbijêrên wan di bin zextan de ne û bi hezaran rêveber û xebatkarên siyasî di girtîgehan de ne. Her wiha li Kurdistanê şerekî gelekî giran jî heye. Dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe êrîşên lêşkerî pêk tîne. Hemû pîvan û zagonên navneteweyî bin pê dike û bi çekên qedexekirî êrîşî Kurdistanê dike.

Ev jî têra wan nake êdî bi awayekî sîstematîk êrîşî xwezaya Kurdistanê jî dikin. Bi van êrîşên xwe mirov bi hêsanî dikare bibêje ku dewleta tirk xwezaya Kurdistanê talan û tune dike. Bi gotinek din ne tenê gelê kurd her wiha xwezaya wê jî di bin qirkirinek mezin de ye. Dewleta tirk ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava kiriye, di talankirina xwezayê de jî vê fikra xwe ya qirêj dimeşîne. Fahm nake ku dema xwezaya Kurdistanê têk biçe ew ê bandora wê li xwezaya Tirkiyeyê bibe. Dema ku bahozek li Kurdistanê rabe ew ê Tirkiyeyê jî di nava tozê de bihêle. Divê ku mirov xwezayê weke organîzmayeke zindî bibîne û wisa nêz bibe. Qetilkirina xwezaya Kurdistanê dikare bandora neyînî li Awistiralya jî bike, dikare bandora neyînî li Amerîka jî bike. Hemû xwezaya cîhanê bi hev ve girêdayiye û aliyek bişewite aliyê din nikare saxlem bimîne.

Ji sala 1992‘yan heta sala 2023‘yan bi dehan peymanên navnetewî hatine mohrkirin jibo parastina xwezaya cîhanê. Her wiha di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de her sal Konferansa Xwezaya Cîhanê (COP) pêk tê. Hinek ji wan konferansên girîng dikarin wiha bên rêzkirin:

1992: Konferansa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, ya behr û ezmanan a li bajarê Rîo de Janeîro yê Brazîlyayê.

1995: Konferansa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, li bajarê Berlînê yê Almanyayê û her wiha peymana “Erkên Berlînê“.

1997: Konferansa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, li bajarê Kyoto yê Japonya ku bi sedan dewletan encamnameya vê konferansê “Protokola Kyoto“ mohr kirin û soz dan ku xwezaya cîhanê biparêzin û gazên ji bo xwezayê xeter kêm bikin.

2003: Konferansa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, li bajarê Maîland ê Îtalyayê pêk hat û dîsa “Protokola Kyoto“ bi mohrkirina 119 dewletan hate berfirehkirin û nûjenkirin.

2012: Konferansa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, li bajarê Doha yê Qatarê pêk hat û bi armanca ku gazên xeter ji bo xwezayê dakevin asta herî jêr weke encamname “Protokola Kyoto 2“ hate mohrkirin.

2015: Konferansa Parastina Xwezayê ya Cîhanê, li bajarê Parîsê yê Fransa pêk hat û bi encamnameya “Peymana Parîsê“ bi dawî bû. Armanc ew bû ku pêşketina germahiya cîhanê daxîne 2 dereceyan û demdirêj daxîne 1,5 dereceyan.

Ev konferansa COP a di bin banê NY‘yê de pêk tê ji bo pêşeroja cîhan û hemû mirovahiyê gelekî girîng e. Zêdetirî 196 dewletên cîhanê û her wiha bi hezaran rêxistin endamên vê konferansê ne. Ji bo wê jî her encamname dikare bandora xwe li ser çarenûsa pêşeroja xwezayê û her wiha hemû mirovahiyê bike. Her çiqas bi sedan konferans, encamname, zagon û peyman hatibin çêkirin jî parastina xwezayê ji aliyê hemû dewletên cîhanê ve tê paşguhkirin.

Yek ji van endaman jî dewleta tirk e. Dewleta tirk ku li ber çavên hemû Cîhanê xwe weke xwezahez nîşan dide xwezaya Kurdistanê talan dike. Ne tenê xwezaya Kurdistanê her wiha xwezaya Tirkiyeyê jî talan dike. Weke mînak em dibînin ku dewleta tirk ji bo rantê daristanên li Akbelenê talan dike. Her çiqas gelê heremê, rêxistin û partiyên siyasî li dij derketin jî nikaribûn pêşî li vê talanê bigirin.

Her çiqas li Tirkiye û Kurdistanê li dijî xwezayê êrîşên talanê pêk werin jî armancên wan ji hev cuda ne. Li Tirkiyeyê êrîşên xwezayî ji bo rantê, lêkirina hotel û avahiyan pêk tînin, lê li Kurdistanê vê talanê weke rêbazeke şer pêk tînin. Parçeyek dijminahiya li dijî kurdan e.

Reng û mînakên talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk ve dikarin wiha bên rêzkirin:

Şewata daristanan: Ji ber bombardûmana artêşa tirk heya niha li gelek deverên Kurdistanê dar hatine şewitandin. Her wiha li gelek deveran dar ji aliyê leşkeran ve jî tên şewitandin.

Birîna daran: Dewleta tirk talankirina xwezaya Kurdistanê bi awayekî sîstematîk pêk tîne. Yek ji van kiryaran jî birîna daran e. Heya niha bi destê cerdevan û hevkarên heremî bi sedan hektar heremên bi dar talan kirine û hewl dane rantekê jê derxînin. Bi taybet jî li Botan û başûrê Kurdistanê vê dikin. Bi giranî jî li çiyayê Cûdî, Gabar û Bestayê di bin parastina leşkerên tirk de bi destê çete û cerdevanan dar tên birîn.

Talankirina cîhên dîrokî: Her wiha yek ji rêbazên qirêj ên dewleta tirk jî ew e ku heremên dîrokî yê Kurdistanê dixwaze têk bibe û talan dike. Mînaka herî berbiçav jî bajarê dîrokî Heskîf bû. Bajarê dîrokî di bin avê de hişt û bi dînamît û bombeyan şikeftên dîrokî rûxandin.

Talankirina cîhên xwezayî: Yek ji amûrên talankirinê yên dewleta tirk jî ew e ku dixwaze bi bendavan li Kurdistanê cihên herî xweş û balkêş di bin avê de bihêle.

Bi kurt û kurmancî dewleta tirk hewl dide ku li Kurdistanê darek tenê jî nehêle. Dixwaze li Kurdistanê hemû cîhên dîrokî talan bike, cîhên xweş jî bin-av bike. Li dijî vê nêzîkatiya dij-mirovahî û dijminane dive ku ne tenê kurd di heman demê de hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, saziyên sivîl û saziyên parastina xwezayê bi yek dengî bibêjin “Êdî bes e!”.

Her wiha dive ku saziyên navnetewî yên weke “Greenpeace” jî li dijî qirkirina xwezaya Kurdistanê derkevin. Ku ev sazî peywira xwe pêk neynin û tiştek nekin, divê her kurd li cîhanê zextan li saziyên wisa bike. Divê hemû endamên COP’ê zextan li dewleta tirk bikin û nehêlin xwezaya Kurdistanê talan bike.

Careke din dûbare bikim -çawa daristanên Amazonê dikarin bandora xwe li hemû cîhanê bikin- talankirina xwezaya Kurdistanê jî dikare bandorek neyînî li hemû cîhanê bike. Ji bo em biparêzin tenê yek cîhan heye. Divê em xwezaya xwe û bi vê jî pêşeroja xwe û zarokên xwe biparêzin.