17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî êrîşan û tecrîdê meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek lidar xistin. Meş ji Navçeya Şêranê dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dewam kir.

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Li dijî êrişên dagirkeriyê bi ser bixe Cenga Azadiyê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike” meş li dar xist. Bi sedan şênî û endamên saziyên Rêveberiya Xewser a herêma Firatê beşdar bûn. Berdevkê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê Ehned Derwêş di çalakiyê de axivî û got: “Armanca me ew e ku em ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku em ê li hember wê têkoşînê bidomînin. Ew çi bike jî em gavan paş de neavêjin, em ê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan nîşanî me daye bimeşin.”

Derwêş anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rêyên din li pêş wan tune ne û ew ê bi hemû rêbazan ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin.

Derwêş bang li her ferdekî li herêmê kir ku li dijî desthilata tirk û çeteyan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin û got: “Şêniyên herêmê rastî şerê qirkirinê tên, tenê bi yekîtî û hevgirtinê em dikarin bi ser bikevin.”

Piştî axaftin bi dawî bû meşê ji pêşiya Meclisa Navçeya Şêran ber bi bajarê Kobanê ve dest pê kir.

Dê meşvan zêdetirî 10 kîlometreyan heta Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê meşiyan.