28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqilê Kurdistanê dayik e

Gulbejn

Motîvasyona wêjekaran bi çi rengî tesîrê li berhemên wan dike? Bi gotineke dîtir, nivîskarek bi çi motîvasyonê dikare bi hevçaxên xwe yên dinyayê re kaban bavêje? Me van pirsan û gelek pirsên din ji nivîskar Yildiz Çalar pirsî. Li gorî Yildiz Çakar, wekî nivîskarên kurd û afirîneriya nivîskarên kurd tu kêmaniyek nivîskariya kurdî ya ontolojîk tune ye. Lê ji ber statûya ziman û welat pirsgirêkên sûnî ji wan re li her derê dertên. Li gorî wê ji bo ev pirsgirêk werin çareserkirin divê bi awayekî giştî wek sazûmaniya edebiyata kurdî, çi nivîskar, çi weşanger, çi jî hemû kes û saziyên têkildar hay ji vê rewşê hebin û zorê bidin qada navneteweyî.

Pirsên me û bersivên Çakar weke li jêr in:

Serpêhatiya te ya nivîs û romana ewil çawa dest pê kir, tu dikarî ji kerema xwe re ji me re qal bikî?

Ji malbateke pirrçandî pirrêşirî têm. Zarokatiya min di nava qerebalixiyeke mezin de derbas bû. Bi şans bûm ku di zarokatiya min de hemû ixtiyarên malbatê sax bûn. Her yek weke avên di cihokên cûda de biherikin, wiha diherikîn ber bi robara dilê min û hemû li wir digihiştin hev. Bi kilam, bi çîrok, bi helbest. Serpêhatiya min a nivîsê bi helbestê dest pê kir. Diya min helbest dinivîsand. Lê ji bo pexşan û romanê ji min re him sedem him jî wext lazim bû. Ji ber ku felaketeke mezin bi serê me de hat.

Di sala 1995’an de êrîşeke bi xof li mala me çêbû. Ji yek sedemên min ên binhişî ev êrîş bû. Lê belê ji min re sebebeke din jî pêwîst bû bo ku min berê xwe bidaya nivîsandina romanê. Ew jî hin romanên kurdî ku bi destê mêran ve hatibûn nivîsin bû.  Di van romanan de jinên kurd her dem bi leşker, saziyên pergalê, rê û rêbazên xerab re dihate pênasekirin û karekterên jin her “jinên lawaz û ketî” bûn. Min ji xwe re got: “Çima jinên weke dayika me tune ye di van romanan de jinên ku dikaribûn dinyayê bidana ser milên xwe.” Ji ber ku aqilê Kurdistanê dayik e. Di çêkirina çand û ziman de lehengên eslî “jin” e. Lê çima jineke ku destê me bibe bide ser dilê me û berê me bide kûrahiya vê çandê, vê nexşê tune bû? Çima em fikrên mêran di van karekterên jinan de didît, çima rol-modelên mêran an jî xwestinên mêran me di van karekteran de dixwend min wiha got ji xwe re û min biryara xwe da.

Di salên 1997-98’a bi navê “Çarşefa reş”, piştre “Cinawirên şevê”, “Xeyalfiroş” bi van navan min hin reşbelekên romanan çêkir. Di herdu reşbelekên min ên pêşî de mijara min her li ser bûyer û kirinên salên 90’î û kuçeyên amedê bû. Min dît ku pêwistiyek heye, bo nivîsandina rojnivîska welat. Piştre min got: “Ez ê ji mijara ku herî baş zanim, ez ê ji wir dest pê bikim.” Wiha min dest bi Gerîneka Guernicayê kir. Tê de gelek dîmen hene ku ez karim bibêjim, ez ne tenê nivîskara wê, him şahida wê, him birîndara wê û him jî ruhê wê bixwe me her çiqas gelek dîmen çêkiribe jî. Her çiqas keseke bi navê Abraham tune be jî, xwîna li diwêr, kuştina hesinkar, koça malbatek ji bajarê xwe bi lingên xwas ne tiştên çêkiribû, parçeyeke jiyana min bû. Rojek serê sibê li ser rêya dibistanê, li “Binkeya Tenduristiyê” li hember qexwexana hemalan erebeyeke toros li ber min sekinî, jê du kontra daketin û bera serê hesinkar da. Hesinkar li ber çavên me kuştin. Lê ji qehwexanê û ew hemalên ku li ber derî ji tu kesî deng derneket. Ev bûyer di jiyana min de cihê xwe pir mezin bûn. Wiha dest pê kir.

Çaxê tu dest bi nivîsandina romanekê dikî ji te re çi dibe îlham, tu dikarî hinekî qala wê motîvasyonê bikî?

Di her romaneke min de çîrokeke gelêrî heye. Dema zarok bûm him diya min, him bapîra min herduyan jî ji min re çîrok digotin. Motîvasiyona min a herî baş, romana ku ez didim ber xwe, ewil divê di nava biranînên xwe de çîrokekê hilbijêrim. Divê ew çîroka kevn û ya niha karibe xwe bigihînin hev. Çawa di Gerîneka Guernicayê de, xezal xatûn (min adeptasiyona wê çêkiriye esil, xeyar xatûn e) dikeve bîrê û dawî li ber devê bîrê dibe gul, gul dibe dar, dar dibe dergûş, çîroka Lîsa yê jî wisa ye. Lîsa jî her diguhere û winda dibe, lê dawiyê vedigere mala xwe ya eslî ya ku weke bîra xezal xatûnê. Em dibêjin qey winda bû çû, lê na. Carinan ketina bîrê û windabûn, navê li xwe vegerînê ye. Di romana “Ev Rê Naçe Bihuştê” de çîroka hût û sê xwişkan heye. Hûtek keçikên kurdan ji xwe re dibe warê xwe û li wir van keçikana ji xwe re dike kole. Çîrokeke wiha û fermana ku li ser Şengalê ve hatiye digihijîn hev û di herdu çîrokan de jin bi ser dikevin, hûtî dikujin, an tune dikin. Bi vê rê û rêbazê di nava dîrokê de derdikevim geştê. Bo min îlham û motîvasiyona herî baş, tasa xwe dema dikim nava zeman û ji wir gelek tiştan hildigirim û tînim didim ser kaxizan, wê çaxê weke ji bîrînekê re min dermanek peyda kiribe, wiha hîs dikim.

Ji bo roman û nivîsên xwe tu bi çi awayî tevnsaziya wan ava dikî û atmosfer, mekan an jî fikra reşbeleka wan çawa bi çi awayî xwe li te didin der?

Beriya binivîsim, ewil divê di serî min de, di dilê min de ciheke xwe hebin. Di xewn û xeyalên xwe de wêneyên wan digirim, fîlmên wan dikişînim. Di vegotinan de dîmen bo min gelek girîng e. Mesela di Gerîneka Guernicayê de, jinika por zer û lêv mor heye. Ew ê were bîra gelek kesan, di salê 85-90’î de di televizyonan de tîpolojiya spîkeran wiha bû; por zer, lêv mor bûn. Vê dîmenê tenê dewlet dianî bîra min. Ger wan çaxana ji min pirs bikirana min ê bigota; “Ev jinika por zer û lêv mor dewlet e”.  Ji min re pir bi xof dihat rûyê wan. Min li mîmîkên wan ên tune, devê wan ê ku weke makîneyî, çavên wan ên ku weke mezelan vekirî mabe wiha min di serê xwe de fîlmê wan dikşand. Bo min ev pevxistineke (honakek) distopîk bû.

Di romana “Ev Rê Naçe Bihuştê” de beriya romanê binivîsînim du caran çûm Başûr. Tenê ji dûr ve min li Mûsilê nihêrt, li rêyan, li çiyan û newalan. Piştre çûm Laleşê. Wexta çûm wir, dinya sar bû. Hûn jî dizanin, ew der perestgeh e gerek tu bêsol li wir bigerî. Çûm bexçê darên zeytûnan, li ser pira miradan, di bin kembera rojê de sê caran derbas bûm, çûm ser ava spî, min çira pê xist, çûm ba dengbêjan. Min li beytan guhdarî kir, min dengê defê û rîtman di serê xwe de qeyd kir û min ew sariya axê jî. Dema Şemsîxan lingê xwe dide axa Mûsilê  ku ew û jinên din dibirin bazara koleyan, ew sarbûn ji lingên wê derbasî lingên min dibû. Li ber kompîturê carinan ji serma dicirifîm her ku ji mehan meha havînê bû jî. Mekanên di romanê de atmosfera di romanê de wiha çêdikim. Ev rê û rêbaz ji bo “Hangar Fünf/Deriyê Winda” jî wiha bû. Bi rojan çûm cihê penaberan, bi wan re min xwarin xwar, guhdariya wan kir. Li mekanên ku lê diman çûm wan mekanan û hwd..

Em dizanin ku destpêka te bi helbestê ye niha navbera te û helbestê çawa ye?

Helbest parçeyeke jiyana min e. Di hemû metnên min de dewsa wan heye. Û helbet di pêşerojê de ez ê çend dosyayan çap bikim  ku gelek sal in li benda tirêjên rojê ne. Naxwazim ew jî ji xwe re bibêjin; “Em helbestên robiserîneketî ne.”

Bi taybetî di romanên xwe de tu ronahiyê didî ser birînên me; çi di “Gerîneka Guernîcayê” de, çi di “Ev Rê Naçe Bihuştê” de û çi jî di “Hangar Fünf/Deriyê Winda” de. Li gorî te ew birîn wê çawa û kengî bikewin?

Hersê roman jî ji rojnivîska Kurdistanê ne. Hersê jî bûyerên mezin û domdar in. Sirgunî, qetlîam û bindestî. Heta em nebin “xwediyê xwe”, wê tu birîn nekewe û wê her pênûsa me bivê nevê di gola xwînê, çewisandin, êrîş û sirguniyê de binîvîse.

Em dizanin ku tu li Şanogeha Maxîm Gorkî ya li Berlînê metnên şanoyê dinivîsî, ev ezmûn çi li te zêde dike? Yan jî ji te çi li wan zêde dike?

Ne tenê şanoya Maxîm Gorkî, li Royal Shakespeare Company û li Şanoya Estanbull jî xebitîm. Ligel vê yekê du salan bi şanoger û dîrektorên şanoyên Amerîkaya Latîn û afrîkî re li ser metnan xebitîm. Dikarim bibêjim gelek tişt li paşxaneya nivîsa min zêde kirin. Şano bi serê xwe qadeke mezin û girîng e, min ji vê qadê pir hez kir. Ev hezkirin her diçe min diguherîne. Di nava 4 salan de li 5-6 şanoyên mezin ê dinyayê, min him listikên xwe yên şanoyê xwend û him li ser wêje û zimanê kurdî min axaftin kirin. Axaftinên min bi kurdî bûn. Di jiyana min de ew roj rojên gelek girîng bûn. Divê rojekê yeko yeko behsa wan bikim.

Wek nivîskarek jin a kurdînûs, di qada navneteweyî de derfet û astengiyên dertên pêşberî te çi ne û çawa ne?

Gelek cih hene ku dibêjin; “Em zimanê we nas nakin” an jî “Em hay ji wêjeya kurdî nîn in”. Dema ez pêşniyara ku “Ka kerem kin ji bo naskirinê” wê çaxê jî tunebûna sazî û dezgehên wergerê dibe pirsgirêk. Niha hemû karên ber xwe bi derfetên xwe didim meşandin. Ev jî jiyana min zehmetir dike. Û mixabin li gorî gelên Rojhilata Navîn, ê herî kêmderfet em kurd in.

Di romanên te de tim jinên xas hene û waran, welatan diafirînin. Gelo ew war û welatên wan jinên xas afirandine çawa tên parastin?

Bi tekoişîn û berxwedanê.

Piştî tecrubeya te ya li Ewropayê, gelo rêya li ber edebiyata kurdî divê çawa be? Bi awayekî dî edebiyata kurdî dikare çawa bibe parçeyek ji ya cîhanê?

Wêjeya kurdî bêderfet e. Di vî zemanê ku êdî her tişt li ser bazar û pêşkeşkirinê ye, mixabin wêjeya kurdî hîn rêyek ji xwe re peyda nekiriye. Li Ewropa gelek hunermend û nivîskarên kurd hene, lê gelek bêderfet in. Ev ne ji ber lawaziya nivîskar û hunerê ye. Ev ji ber tunebûna sazî, dezgeh, derfet, aborî û hwd. ne. Her welatekî Ewropayê gelek sazî û weqf hene ku ji bo nivîskar û hunermendên xwe dixebitin. Nivîskarên Ewropayê û yên gelek welatên din bi piştgiriya van saziyan kar û barên xwe didin meşandin. Ên wekî me bi zimanê kurdî dinivîsînin û hunerê dikin di vê qadê de jî hema hema cih ji wan re zêde tune ye. Her çiqas çend istîsna ne têde be jî rewş wisa ye. Ji bo wêjeya kurdî saziyên mezin lazim in, weke malên wêjeyê, enstîtuyên wergerê, weqfên bo piştgiriya nivîskar û hunermendan hwd. lazim in.

Wekî pirsa dawî, gelo projeyek te ya nêz ku tu bi me re parve bikî heye?

Meha tebaxê li mala wêjeyê ya li Berlînê wê beşeke ji romana nûh “XeyalFiroş” ku beriya bi kurdî çap bibe wê wergera wê ya bi almanî di bernameyekê de were pêşkêşkirin. Ligel vê yekê romana “Xeyalfiroş” û helbestên bi navê “Mohra Reş” ji bo çapê amade dibin. Û hin xebatên şanoyê yên hîn dewam dikin hene.

Yildiz Çakar kî ye?

Di sala 1978’an de li Amedê ji dayik bûye. Di temenekî ciwan de di rojnameyên bi kurdî û tirkî de peyamhênerî û edîtorî kiriye. Helbestên wê yên ku di navbera salên 1999-2003’yan de di rojnameya Azadiya Welat û kovara Jiyana Rewşenê de hatine weşandin. Di sala 2004’an de bi navê Goristana Stêrkan hatine çapkirin. Heya niha gelek pirtûk nivîsandine û ji van pirtûkên xwe xelatên wêjeyî girtine. Gelek helbest, şano û çîrokên wê ji bo tirkî, erebî, almanî û îngîlîzî hatine wergerandin.