4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Femînistên îslamî

Kêmasiya herî sereke ya ku jineolojî di femînîzmê de dibîne ev e; pirsgirêka jinan bi hev ve girêdayîne û divê mirov bi temamî rahijê vê pirsgirêkê, ne parçe parçe. Wekî din dibêje femînîzm bi piranî elît û bûrjûva dimînê, ranahijê pirsgirêkên jinên cîhanê, tenê xîtabî hin polên civakê tenê dike

Femînîzm, weke tevgera wekheviya cinsan di nav xwe de wekî gelek beşan an jî fikriyatan vediqete. Fikrên cuda ji xwe rengînî û pêdiviya civakê ye hema em pirsgirêka jinan wek pirsgirêka cîhanî dinirxînin û wisa radijinê / divê rajinê. Kêmasiya herî sereke ya ku jineolojî di femînîzmê de dibîne ev e; pirsgirêka jinan bi hev ve girêdayîne û divê mirov bi temamî rahijê vê pirsgirêkê, ne parçe parçe. Wekî din dibêje femînîzm bi piranî elît û bûrjûva dimînê, ranahijê pirsgirêkên jinên cîhanê, tenê xîtabî hin polên civakê tenê dike. Helbet li gorî şert û mercên xwe li gor, pêdiviyê wextê xwe derketiye holê. Mirov nikare destxistina vê tevgerê ji bo mafê hilbijartinê yan wekheviya mûçe û hwd. ên din piştçav bike.

Yek ji mijara yan tevgera wê jî femînîzma îslamiyê, piraniyê gelek olan çiqasî jî li ser maf, xuyakirin an hebûna jinan di liv û tevgerên xwe de dogma û paşve jî bin, di bin têsîra olan de jî jinên ku serî hildane yan taswîrkirina kitêbên pîroz ên şêx û mişayîxên ku li gorî xwe wergerê li wan kitêban dikin qebûl nekirine.

Mirov dikare li ser vê mijarê mînaka Hz. Hatîce, Hz. Eyşe û Hz. Fatma bide. Jîneolojî mijara ’Hz.Jin’ di qata 8’an weke xistina xwedawendiyê bi nav dike. Hz. Hatîce hevsera yekem a Hz. Mihemmed e û karê bazirganiyê dike. Yanî azadiya xwe ya aborî bi dest xistiye heta alîkariyê dide Mihemmed jî. Jinek civakî û pêşeng e, ev aliyên wê yên erênî ne, hema tevî Hz. Mihemmed dikeve nav şerê bazirganiyê yanî aboriyê. Hz. Mihemmed heta Hz. Hatîce sax e bi keseke din re nazewice. Piştî mirina Hatîce bi Hz. Eyşe re dizewice. Hz. Eyşe di nav civakê weke ‘dayika bawermenda’ tê binavkirin, ew jî bazirgan e û di heman demê de bi mijarên weke tip, tesewûf û helbestan jî mijûl dibe. Hz. Eyşe jinek berxwedêr e, heta serî li pergala pêxemberiyê jî hildide. Hema êdî di nav cîhana ku xwedawendî winda dike û dibe mêrperest de ew jî xwe di nav şerê mêran de dibîne. Çiqasî nepejirîne jî piştî mirina Hz. Mihemmed xwe di nav şerê xelîfan de dibîine. Di nav vî şerî de bêhtir barê jinbûna xwe hîs dike û gotinek wiha dike ji Xweda re; ‘Ey Xweda xwezî ji dêvla ku te min weke jinekê afirand ez weke kevirekê hatibama dinyayê.’ Hz. Fatma serî li pergala feodal radike hema di van serhildanên xwe de bi ser nakeve, winda dike. Bi vê re jî careke din çanda xwedawendiyê winda dike.

Fatma keça Hz. Mihemmed û hevsera Hz.Elî ye. Fatma di zewaca xwe de şert datîne ber Elî û dibêjê; ‘Heta ez nemirim tu nikare bi jineke din re bizewicî û wê ew mafê min ê hiqûqî hebe ku ez karibim dest ji te berdim’. Weke me got di civaka mêrperest de Fatma jî bi ser nakeve.

Ji hela tesewûfê ve Hz.Rabîa derdikeve pêşberî me rojekê mêrek li hemberî sekna Rabîa ya serhildêr dibêje; ‘Hemû fezîlet li ser serê mêran belav bûne, taca mêraniyê li serê wan kirine, kembera mucîzeyê li newqa wan girêdaye, tu jinek wek pêxember nehatiye şandin, hûn çawa dikarin behsa van mijaran bikin?’ Rabîa jî li hemberî vê pirsê wiha dibêje; ‘Erê, gotina te rast e, lê xweperestî, xwe ecibandin û perizîn û gotina ‘Ez Rebbê te yê bilind im’ tu jin ji xwe re napejirînê û ji xwe re nake rêbaz’. Bi vê gotina xwe Rabîa diyar dike ku ew azweriya jinan ji bo îktîdarê tune ye.

Li gorî ku me ji hêla jîneolojiyê jî di ola îslamê de rahişte rola jinan em werin mijara xwe ya sernivîsê; femînistên îslamî. Piraniyên beş an fikriyatên femînîzmê li dij hev ava bûne. Beşa femînîzma îslamî jî bi refleksa parastina femînîzma rojavayê cîhanê ya ku (li gorî wan) ola îslamê û nerîna oryantalîst bi awayek objektif nanirxînine, rexne dike. Dîsa li gorî wan femînîzma rojavayê  cîhanê bi çavek biçûk li jinên rojhilatê cîhanê yan çand û baweriya wan dinêre. Femînistên îslamî dixwazin ew nerîna îslamê ya dogma derbas bikin û nerînek lîberal bidin ola îslamê. Li gorî wan di ola îslamê de jin û mêr wekhev in, mafê wan yê ku bikevina mizgeftan û îbadeta xwe bikin heye. Femînîzma îslamî di salên 1990 î derketiye holê belê di salên weke 2000’î de rêxistinbûyîn û xwiyakirina xwe nû bi nû ava kiriye.  Hin nivîskar û aqilmendê wan çiqasî bi vî navî pênase bikin jî hin ji wan ê ku di heman xebat û lêkolînan de ne jî navê ‘femînîzma îslamî’ pênase kirineke weke ji derveyî xwe dibînin û qebûl nakin. Li gorî ku têkiliyên wa yî li Rojhilata Navîn jî heye, bêhtir femînistên îslamî yê ku li rojavayê cîhanê dijin rê didine vê nîqaşê. Ev jî ji 1’emîn Kongreya Femînîzma Îslamî ya Spanyayê yanî ne li welatek misilman hat avakirin.

Di sala 1991’an Nîlufer Gole, di pirtûka xwe ya Modern û Mehrem û di sala 1992’yan de Zîba Mîr Hiseynî (xwe weke femînista îslamî pênase nake) di kovara Zanan a ku li Tehranê çap dibe; wekî din Maî Yemani ya ji Erebistana Siûdî di pirtuka xwe ya ku di sala 1994’an de derketiye, femînîzm û îslamê de behsa ‘femînîzma îslamî’ dike. Ev jinên ku pênase û nîqaşa vê mijarê dimeşînin li welatên rojavayê cîhanê dijin, li van welatan akademisyen in, xwedî kar in û fikr û ramanê wan jî li gorî wan zaningehên ku tê de kar dikin pêş dikeve. Wexta ku mirov tiştekî pênase bike yan nîqaşa wê bi awayek objektif an rast bimeşîne divê di nav de be, wê bibîne û bêje, di nav hemû şert û mercên wê de. Heke ku femînistek li Îranê, Erebistanê yan Misirê vê nîqaşê bimeşîne û pênaseya wê bike, wê bêhtir cihê xwe bigire.

Wexta mirov bixwaze bi  gelemperî li ser biaxive dikare bibêje di nav wan de jî alozî û parçebûn heye. Kêm zêde xwestek an tiştê ku diparêzin ev in; di civak û malbatê de bi mêr re mafê wekhev, li gorî şert û mercên îro tesvîr kirina îslamê, an Quranê (hema ev li gorî hin kesan berevajîkirin e), gihîştina muselayê hem bihîstin hem jî dîtin, li muselayê nimêj kirin û bêyî ku ji mêran bi bendekî bêne veqetin li muselayê dia kirin. Xîtap kirina cemaatê û tevlibûna hemû îbadetê qadên raya giştî. Yek ji pêşenga femînîzma îslamî Îbtesam el Atiyat a bijîşk li DYA’yê dijî di vê astê de manifestoya mafê jinan weke mafê oda razanê û mafê mizgeftê formule dike. Yanî behsa mafê têkiliya zayendî, li ser laşê xwe biryarî, mafê bi xwe neqandina mêrê ku pê re bizewice, ji jina duyem re bikaribe bibêje; ‘Na’. Ji îstîsmarkirina zayendî, hêstiyarî û fizikî parastin û kontrolkirina zayîna xwe (weke bikaranîna hebên ducaniyê kontrol an asteng dike). Yanî ji nû ve reformekirina îslamê diparêzin.

Kurt û kurmancî mirov dibîne ku dixwazin bawermendî û mafê xwe yî zayendî biparêzin, dixwazin qada ku tê de dijîin weke ku dîsa ji xwezaya jinan tê biguherînin, nûbûnê têxinê û bi fikriyatên cur bi cur rengîn bikin. Mirov dikare bibêje di dil, jiyan an rabûn û rûniştina her jinekê de hinekî tovê çanda xwedawendiyê heye, ya muhîm ew e ku mirov karibe vê ferq bike û dûre geş bike. dawendiyê heye, ya muhîm ew e ku mirov bikaribe vê ferq bike û dûv re geş bike.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê