3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Ocalan 2 milyon û 646 hezar îmze kom kirin

Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe û tecrîd li ser rabe 2 milyon û 646 û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin berhevkirin, radestê rayedarên CPT’yê hatin kirin

Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tecrîda li ser Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hevdîtin bi Komîteya Rê Libergirtina Êşkenceyê (CPT) re kir.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Saîd, Hevseroka Înîsiyatîfa Parêzerên Azadî Ji Bo Ocalan a Sûriyeyê Xanim Ayo û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û tecrîd ji ser rabibe 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam û Helebê û li bajarên din hatin berhevkirin, radestê rayedarên CPT’yê ku li Konseya Ewropayê (KE) bûn kirin. Şandeyê, piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevberdevkê Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Îdrîs Saîd, got ku wan înisiyatîfa gel bi li seranserê Rojava bi tevlêbûna hemû pêkhateyan ji 12 Çileyê ta bi 13’ê Adarê bi awayê kampanyayekê bi koordîne bi rê ve biriye, Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din tev li kampanyayê bûne û 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze berhev kirine. Îdrîs da zanîn ku wan hevdîtin bi şandeya CPT’yê re kiriye û îmze teslîm kirine û ev tişt gotin: “Me daxwaz kir ku di demeke kin de bila hem CPT hem jî parêzer û malbat bi pê re hevdîtinê bikin. Wan got: ‘’Xemgîniya we ya me ye. Em rewşa Abdullah Ocalan dişopînin.’ Diyar kir ku wê daxwazên me ragihînin cihên têkildar û da xuyakirin ku wan sala çûyî hem Rêber Apo hem jî sê hevalên din dîtine. Me jî got mala we ava.’’

Xanim Ayo ku li ser navê Yekitiya Parêzerên Sûriyeyê tevli hevdîtinê bû, wiha got: “Di hevdîtina xwe ya CPT’yê re de, me daxwaz kir ku bila dawî li tecrîdê were û Abdullah Ocalan azad bibe. Me îmze teslîm kirin. Wan di der heqê serdana dawîn a li Îmraliyê agahî da. Rapor amade kirine lê nikarin ji bo raya giştî eşkere bikin û got ku ji wê boneyê divê dewlet destûrê bidin.’’