6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

100 koçberên din ên êzidî vegeriyan Şengalê

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê, diyar kir ku 100 koçberên din ên êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê. Bi vê re hejmara malbatên êzidî yên îsal vegeriyane Şengalê derket 800 malbatî.

Tevî hemû zext û astengiyên ku PDK ji wan re derdixe jî vegera şengaliyan a Şengalê didome. Herî dawî 100 koçberên din ên êzidî ji Duhokê vegeriyan Şengalê. Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq, der barê mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku di çarçoveya plana wan a vegera Şengalê de 100 koçberên din ên êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.

Wezîr Îvan Fayeq, destnîşan kir ku bi vegera 100 koçberên êzidî re hejmara malbatên êzidî yên îsal vegeriyane Şengalê derketiye 800 malbatî û wiha got: “Ji destpêka sala 2023’yan ve 800 malbatên êzidî ku nêzî 4 hezar kes in ji kampan vegeriyane Şengalê. Heta niha nêzîkî 26 hezar malbatên êzidî li kampan mane û nêzîkî 37 hezar malbatên din jî li derveyî kampan dijîn ku ew jî li navendên bajaran in.”

Li Duhokê, çar jê ji bo koçberên Rojava bi giştî 11 kampên koçberan hene. Beşek ji wan kurdên êzidî ne ku di sala 2014’an de piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Şengalê ji parêzgaha Nînovayê koçî Herêma Kurdistanê bûn.

Li Herêma Kurdistanê, zêdetirî 664 hezar koçber hene ku 490 hezar ji wan li derveyî kampan û zêdetirî 174 hezar ji wan jî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cih û warên xwe terikandine û heta niha jî ji ber sedemên aborî, civakî û ewlekariyê nikaribûne vegerin ser cih û warên xwe.