19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Kerkûkê: PDK naxwaze kurd tev li hilbijartinê bibin

Jinên Kerkûkê li ser hilbijartinên encûmenên parêzgehan gotin; “Aliyên weke PDK’ê ji bo dijberiya kurd û Kerkûkê hatine avakirin. PDK sedema sereke ya parçebûna dengê kurdan e

Jinên Kerkûkê li ser hilbijartinên encûmenên parêzgehan gotin; “Aliyên weke PDK’ê ji bo dijberiya kurd û Kerkûkê hatine avakirin. PDK sedema sereke ya parçebûna dengê kurdan e. Pêwîst bû ji bo Kerkûkê, kurd bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bûbûnaya.”

Hikûmeta Iraqê 18’ê kanûna 2023’yan weke roja hilbijartina encûmenên parêzgehan diyar kiriye. Di hemû aliyan de piştgiriya xwe ji komîsyona hilbijartinê re jî diyarkiriye. Gelek aliyên siyasî bang li hemû partiyan kirin ku bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan bibin. Lê di serî de PDK hinek aliyên din bi tena serê xwe hevpeyman avakirin û nehêlin kurd bi lîsteyekê tev lî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin. Der barê vê mijarê de jinên Kerkûkê ji Ajansa ROJNEWS’ê re axivîn.

Jina bi navê Gulbihar Behadîn, ji ber ku kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan nabin, nerazîbûna xwe nîşan da û wiha axivî: “Em naxwazin di nava kurdan de parçebûn hebe. Bi taybet li Kerkûkê ev nabe. Ji ber ku bajarek hestiyar e. Mixabin hinek partiyên weke PDK’ê ji bo dijberiya kurd û Kerkûkê hatine avakirin. Hêvî dikin hemû aliyên kurdî li Kerkûkê bibin yek û dev ji pêşbaziya siyasî berdin. Bila em hemû bi hev re xizmeta Kerkûkê bikin. Kerkûk gelek xwîn daye. Eger kurd bi lîsteyekê tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan nebin, wê ziyanek mezin bi dengê kurdan bikeve.”

Jina binavê Mîhrîban Şefîq jî ku di hemen demê de mamosta ye, ji ber ku kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tev li hilbijartinan nabe nerazîbûna xwe anî ziman. Gulbehar anî ziman ku Kerkûk bajarek pir netewe, şerê wan jî ji bo netewa wane, lê mixabin hizbên kurd li şûna bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan bibin, parçe parçe tevlî dibin.  Gulbihar dawiyê de destnîşankir ku berjewendiyên hizbî nahêlin kurd xwedî hebûn bin.