spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qarneyê êrîşên dewleta tirk: 150 kuştin

Ji tebaxa sala 2015’an heta tebaxa sala 2023’yan artêşa tirk di êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê de 150 sivîl kuştiye.

Artêşa tirk êrîşên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê didomîne û qadên sivîlan bombebaran dike. Herî dawî artêşa tirk di 6’ê tebaxê de li gundê Çemankê yê Dihokê bi Balafirê Biçek û Bêmirov (SÎHA) li dijî wesayîtekê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl hate kuştin û Haşîm Şakir jî bi giranî birîndar bû.

Êrîşên artêşa tirk pêk tîne ne êrîşên nû ne, lewre ji artêşa tirk ji 24’ê tîrmeha sala 2015’an ve van êrîşên xwe didomîne û bi taybetî jî qadên sivîlan hedef digire. Bi taybet jî gund û bajarokên girêdayî Dihokê ji hêla balafirên dewleta tirk ve tên bombebarankirin. Di van êrîşan de jin û zarok jî di nav de heta niha bi dehan kesên sivîl hatine kuştin.

Li gorî nûçeyeke ku nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dilgeş Rûvanas çêkiriye, ji tebaxa sala 2015’an heta tebaxa sala 2023’yan 150 sivîl di êrîşên artêşa tirk ên li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya Rûvanas ev êrîş ji sala 2015’an heta niha dikarin wiha bên rêzkirin:

1’ê Tebaxa 2015’an: Di encama bombebarana balafirên şer a li dijî gundê Zergelê yê li Qendîlê de yek jê ducanî 2 jin û bi giştî 8 sivîl hatin qetilkirin û 27 kes jî bi giranî birîndar bûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Necîp Rojhilat, Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Nedîm Pîro, Eyşê Xidir, Abdulkadîr û Mihemed Emîn.

24’ê Cotmeha 2016’an: Di encama bombebarana TSK’ê ya li navçeya Mêrgesor a Hewlêrê de welatiyên bi navên Herbî Alî, Muxdad Alî û Hamîd Muhammed jiyana xwe ji dest dan.

19’ê Adara 2018’an: Di encama êrişa helîkoptera dewleta tirk a li dijî wesayîteke sivîl a li bajarokê Sîdekanê de 2 kes birîndar bûn.

22’yê Adara 2018’an: Di encama bombebarana TSK’ê ya li dijî herêma Balekatî ya navçeya Çoman a Hewlêrê de welatiyên bi navên Şero Mahmûd, Mûstafa Wertî, Derbaz Sîmakolî û Îsmaîl Wertî jiyana xwe ji dest dan ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn herêmê.

23’yê Çileya 2019’an: Di encama êrişa hewayî ya li dijî bajarokê Dêralokê ya Amediyê de 4 kes hatin qetilkirin.

25’ê Çileya 2019’an:  Ji baregeha leşkerî ya dewleta tirk a li Şêladizê gule li sivîlan hatin reşandin û yek jê zarok bi giştî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

15’ê Gulana 2019’an: Balafirên dewleta tirk welatiyê bi navê Kazim Alî Feko yê 60 salî ku ji bo debara xwe givîj kom dikir, li ser sînorê Mergesor a Hewlêrê bi balafirên şer bombebaran kir û qetil kir.

25’ê Hezîrana 2019’an: Balafirên dewleta tirk li herêma Goşîn a navçeya Soran a Hewlêrê de wesayîteke sivîl bombebaran kir. Di êrişê de ji du birayan yekî jiyana xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû.

28’ê Hezîrana 2019’an: Balafirên dewleta tirk du wesayîtên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê bombebaran kir. Di encama êrişê de ji malbaata Abdula bav Abdula Mîne (53) û zarokên wî Heryad Abdula (19) û Kurdistan Abdula (30) hatin qetilkirin. Dayik Rabî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesekê navê wî nehat zanîn jî birîndar bûn.

18’ê Hezîrana 2020’an: Di êrişa hewayî ya li Sîdekanê de welatiyê bi navê Ebas Mexdît hate qetilkirin.

19’ê Hezîrana 2020’an: Balafirên dewleta tirk herêmên li çoltarê bajarokê Şêladizê ya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir. Di êrişê de 5 kes hatin qetilkirin.

24’ê Hezîrana 2020’an: Di encama bombebarana qada geştê ya li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê de 2 sivîl hatin qetilkirin.

27’ê Tîrmeha 2020’an: Di bombebarana çoltarê Amediyeyê de welatiyên bi navên Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed hatin qetilkirin.

25’ê Gulana 2021’an: Dema ciwanê bi navê Bawer Ahmed ê 20 salî zeviya xwe ya li gundê Deşîşê av dida, dewleta tirk topbaran kir û birîndar bû. Welatiyên din ên li herêmê jî ji ber parçeyên şarapnelan birîndar bûn.

26’ê Gulana 2021’an: Di encama bombebarana dewleta tirk a li gundê Biherê de zarokê 16 salî Alî Muhsîn û birayê wî Hasan Muhsîn ê 20 salî ku bizinên xwe diçêrandin birîndar bûn.

1’ê Hezîrana 2021’an: Welatiyê bi navê Ramazan Alî ê 70 salî, dema zeviya xwe dikoland ji ber topbarana dewleta tirk birîndar bû.

8’ê Tîrmeha 2021’an:  Dewleta tirk ji baregehên leşkerî gule li gundê Hirûrê barandin û welatiyek birîndar bû.

13’ê Tebaxa 2021’an: Welatiyê bi navê Îbrahem Hassan Mohamad (51), dema li gundê Deşîşê yê Kanîmasiyê zeviyên xwe dikoland, ji hêla leşkerên dewleta tirk ve hate qetilkirin.

20’ê Tebaxa 2021’an: Welatiyên bi navên Ahmed Şakir (40) û Yousif Amir (26) di encama topbarana artêşa tirk ali dijî bajarokê Batifa ya Zaxoyê de hatin qetilkirin. Malbatên wan du roj piştî bûyerê cenaze dîtin.

2’yê Sibata 2022’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk a li Wargeha Mexmûrê de 8 kes hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn.

21’ê Gulana 2022’yan: Keyayê Tutaqalê Aram Haci Kaka Xan ê 43 salî û bûrayê wî yê 50 salî Îbrahîm Îsmaîl di encama bombebarana dewleta tirk de hatin qetilkirin.

26’ê Gulana 2022’yan: Di encama bombebarana li qada geştê ya Bamernê de zarokên bi navên Yûsûf Kovan (13) û Avand Hişyar (11) hatin qetilkirin û zarok Sîpan Ferhad (8) jî birîndar bû.

15’ê Hezîrana 2022’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk ali dijî navçeya Sinûn a Şengalê de zarokê 12 salî Salih Xidir hate qetilkirin û bapîrê wî Salih Xidir û 8 kes jî birîndar bûn.

15’ê Hezîrana 2022’yan: Dema Nazir Omer (53) û kurê xwe Muhammed Nazir ê 24 salî li gundê Perexê baxçeyên xwe yên hejîr û hinaran av didan, ji hêla baregeha dewleta tirk ve hatin topbarankirin û birîndarkirin.

17’ê Hezîrana 2022’yan: Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî qada geştê ya li gundê Kesta ya Amediyê de ji geştyaran Kazhin Taha Saeed (28), Nazira Abdulstar Ahmad (49) û Fawzya Diyar Omer birîndar bûn.

17’ê Hezîrana 2022’yan: Baregehên leşkerî yên dewleta tirk gundê Kestê yê Amediyeyê gulebaran kir û 2 welatî birîndar bûn.

17’ê Hezîrana 2022’yan: Di encama êrişa li dijî wesayîteke li Silêmaniyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

17’ê Tîrmeha 2022’yan: Di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan li dijî wesayîteke li navçeya Telafer a Mûsilê de yek jê jin bi giştî 5 kes hatin qetilkirin.

20’ê Tîrmeha 2022’yan: Dewleta tirk qada geştê ya li gundê Perex a Derkarê ya Zaxoyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 jê zarok bi giştî 9 geştyarên ereb hatin qetilkirin.

2’yê Kanûna 2022’yan: Li dijî 6 welatiyên ji bo berhevkirina kuvarik û gihayan çûn Çiyayê Kelaşîn a herêma Şarbajarê bombebaran hate kirin. Di êrişê de Azîz Muhamed jiyana xwe ji dest da û Muhamad Kadîr, Kwexa Muhamad, Zana Muhamad, Saeed Muhamad û Salih Kadîr jî birîndar bûn.

1’ê Çileya 2023’yan: Newala Bazêyan a li herêma Bala ya Berwariyan bi awayekî giran hate bombebarankirin.

13’ê Çileya 2023’yan: Du zarokên mîhên xwe diçêrandin, bûn hedefa bombebarana dewlet atirk. Di êrişê de zarokê 14 salî Bahjat Audî birîndar bû.

7’ê Nîsana 2023’yan: Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê kir.

10’ê Adara 2023’yan: Di encama êrişa li dijî wesayîteke li Çemçemal a Silêmaniyeyê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

3’yê Nîsana 2023’yan: Di encama êrişa li dijî çoltarê gundê Ardel ê Şeladizê de welatiyên bi navên Arîf Omer û Ahmed Husên hatin qetilkirin. Cenazeyên wan 11 roj piştre hatin dîtin.

15’ê Nîsana 2023’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk a li dijî sê gundên navçeya Pencwênê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

22’yê Nîsana 2023’yan: Balafirên dewleta tirk gundê Sakarî yê Amediyeyê bombebaran kirin.

28’ê Nîsana 2023’yan: Di encama teqîna mayînê ya li navçeya Amediyê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû.

3’yê Tîrmeha 2023’yan: Balafirên dewleta tirk çoltarê gundê Berçî yê Amediyeyê bombebaran kirin.

6’ê Tebaxa 2023’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk a li dijî çoltarê gundê Çinarto yê Çemçemal a Silêmaniyeyê de şewat derket.

6’ê Tebaxa 2023’yan: Di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk a li dijî wesayîteke li gundê Çemankê yê Dihokê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl hate qetilkirin û Haşîm Şakir jî bi giranî birîndar bû.